Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin

  • rojane
  • 15:19 28 Îlon 2023
  • |
img
BÛRSA - Li Bûrsayê 4 siyasetmedar û rojnamevan Emrah Çaçan ku dihatin darizandin, li her yekê wan salek û 6 meh ceza hat birîn. 
 
Hevserokên HDP’ê yên Bûrsayê yên berê Aynûr Yimaz û Mehmet Akbaş, rojnamevan Emrah Çaçan jî di nav de 5 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” dihatin darizandin. Ewilî der barê wan de biryara beraetê hatibû dayîn û paşê biryar hat xerakirin. Siyasetmedar û rojnamevan ji nû ve hatin darizandin û îro danişîna biryara dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê hat lidarxistin. Emrah Çaçan, Mehmet Akbaş û hevserokê HDP’a Mûdanyayê yê berê Halîs Şanli di danişînê de amade bûn. Aynur Yilmaz û rêveberên HDP’ê yê berê Îsmaîl Hakki Gokçe beşdarî danişînê nebûn. 
 
Emrah Çaçan ji ber nûçeyên ku ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku bi KHK’ê hat girtin re çêkiriye, parvekirinên li ser medya dîjîtal hat sûcdarkirin. Çaçan da zanîn ku ew wek rojnamevan agahî belv kirin e û tiştên ku kirine ne sûc in û îdiayên li ser wî derew in. Çaçan got parvekirinên wî di çarçoveya azadiya derbirîn û rabanê de ne. 
 
Dadgehê biryar da û li her yekê salek û 6 meh cezayê hepsê birî.