Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak

  • rojane
  • 14:55 27 Îlon 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li navçeya Artûklûyê hat îdiakirin ku TIR’ek ku guh nedaye hişyariya “raweste” û polîsan gule lê reşand. TIR’ê qeza kir û li 15 wesayîtan qelibî. 
 
Li ser cadeya Valî Ozan a li navçeya Artûklûya Mêrdînê hat îdiakirin ku polîsan hişariya “raweste” daye TIR’ekê. Lê TIR ne sekiniye û polîsan gule berdaye lastîkên wê û TIR’ê qeza kir û herî kêm li 1 wesayîtan qelibî. TIR li rejûja navîn a rê sekinî û ev bûyer bû sedema tirsê û agir bi TIR’ê ket. Tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mudaxileyî şewatê kirin. 
 
Hat zanîn ku kes di bûyerê de birîndar nebûye û şofêrê TIR’ê hat binçavkirin. Heta niha emniyet û walîtiyê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.