Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 13:30 25 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Welatiyên li gundê Zorava yê navçeya Sûrê, piştî serdegirtinê ji bo îfadeyê çûn qereqola cendermeyan û hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Leşkeran di serê sibeha 21’ê îlonê li gundê Zorava yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê, ser gelek malan. Piştî serdegirtina malan a li gund Tacettîn Kardaş, Cahît Eren, Mursel Bahtiyar û Hayrettîn Kardaş ên Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Sûrê ji bo îfadeyê gazî wan kir, hatin binçavkirin. 4 kesên ku 4 roj in di bin çavan de tên ragirtin, piştî kirariyên îfadeyan anîn edliyeyê. 
 
Tacettîn Kardaş, Cahît Eren, Mursel Bahtiyar û Hayrettîn Kardaş ên piştî îfadeya wan a dozgeriyê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Nobedar hatin kirin, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hatin berdan.