Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin

  • rojane
  • 15:40 24 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Mele, seyda û jinên oldar bi mebesta jinûvesazkirina DÎK’ê û birêxistinkirinê li Amedê civiyan. Di civînê de ji îslama demokratîk, heta tecrîd, zimanê dayikê û têkoşîna hevpar a olan, gelek mijar hatin gotûbêjkirin. 
 
Mele, seyda û jinên oldar ji bo jinûvesazkirina Kongreya îslama Demokratîk (DÎK) û birêxistinkirinê, li Amedê civînek li dar xistin. Civîn bi tevlibûna 70 meleyên ji bajarên cuda hate lidarxistin. Civîna ku duh dest pê kiribû îro jî domiya. Di civînê de jinûvesazkirina DÎK’ê û mijara zimanê zikmakî ya di ola îslamê de hatin nîqaşkirin. 
 
MIJARÊN HATIN NÎQAŞKIRIN
 
Di civînê de mijarên weke birêxistinkirina îslama demokratîk, mezinkirina xeta tekoşîna hevpar a li gel olên din, di Îslamê de zimanê dayikê, yekitiya neteweyî, nîqaşa îslama demokratîk, tecrîd, îstîsmarkirina olê ya bi destê îslama siyasî, êrişa li ser goristan û cenazeyan, rol û cihê jinê ya di ola îslamê de, polîtîkayên şerê taybet ên li ser bingeha olê li dijî zarok û ciwanan tên meşandin, li dijî zêdekirina tiryak û fihûşê şêweyê têkoşînê û rê û rêbazên li dijî kiryarên cemaatên girêdayî Serokatiya Karûbarên Diyanetê hatin nîqaşkirin. 
 
Encamnameya civînê dê di rojên pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.