Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin

  • rojane
  • 17:27 22 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Cenazeyê Denîz Bulbul ê li Hewlêrê hat qetilkirin, 5 saet in li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê sekinandin. 
 
Cenazeyê Denîz Bulbul ku di 18'ê Îlonê de di êrişa li hemberî nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a li Hewlêrê de hat qetilkirin, piştî merasîma li Hewlêrê ber bi bajarê wî ve hat birêkirin. Girseya ku parlementerên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal û Kamûran Tanhan û Dayikên Aştiyê di nav de, ji bo pêşwazîkirina cenaze çûn ber deriyê sînor.
 
Cenaze ku li deriyê sînor ê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin hat sekinandin, paşê ji bo otopsiyê ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ve hat şandin. 
 
Cenazeyê Bulbun nêzî 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin.