Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin

  • rojane
  • 13:55 22 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE  - Can Memîş ê ji Doza Kobanê negirtî tê darizandin diyar kir ku li şûna berpirsiyarên esil HDP tê darizandin û got: Ev doz veguherî darizandina partiyekê.” 
 
Rûniştina sêyemîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.
 
Siyasetmedarên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Danişînê bi parastina pêvek a siyasetmedarê negirtî Can Memîş berdewam kir. 
 
‘BILA BERPIRSIYARÊN ESIL BÊN DARIZANDIN’ 
 
Memîş anî ziman ku ew ji ber xebatên partiyek siyasî tên darizandin û got: “Tu eleqeya vê dozê û van delîlan bi hiqûqê re nîne. Hûn min bi qeydiya endamtî û rêvebertiya partiyê sûcdar dikin. Ev nayê qebûlkirin. Divê di şûna me de berpirsiyar û sûcdarên esil bên darizandin. Lê mixabin di şûna berpirsiyarên esil de partiya me HDP’ê tê darizandin. Ev doz veguheriye doza darizandina partiyekê.” 
 
Paşê jî parêzer Fîkret Îlkîz axivî û parastina miwekîlê xwe kir û xwest doz were redkirin û miwekîlê wî bê beraetkirin. 
 
Piştî parastinan dadgehê biryara xwe eşkerek ir û danişînê taloqî 25’ê îlonê kir.