Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat

  • rojane
  • 21:21 21 Îlon 2023
  • |
img
 
 
ŞIRNEX- Li herêmên Serê Dehlê û Şilerût yên Cûdî şewat çêbû.
 
Li herêmên Serê Dehlê û Şilerût ên li quntarên Çiyayê Cudî yê Şirnexê şewat çêbû. Li du noqteyên ku şewat lê rûdane bi mehan e ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.
 
Şewata ku ji navenda Şirnexê dixuye û gav bi gav li qadên din belav dibe bi tu awayî mudaxile lê nayê kirin.
 
Her wiha duh jî li du noqteyên gundê Cifanê yê quntarê Cûdî şewat rûdabû û şewata ku mudexele lê nehatibû kirin xwe bi xwe vemirîbû.