Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe

  • rojane
  • 13:56 12 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku wê emeliyat bibe pankarta nivîsa “edalet” li serê nivîsandiye, li gel xwe bir nexweşxaneyê. 
 
Emîne Şenyaşar a ku du lawên wê û hevjînê wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamneterê AKP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, nobeda xwe ya edaletê didomîne. Emîne Şenyaşar îro neçû cihê çalakiyê û bi boneya çongên xwe emeliyat bike çû nexweşxaneyê. Şenyaşar pankarta nivîsa “edalet” li serê nivîsandibû jî li gel xwe bir nexweşxaneyê. Şenyaşar birin odeya muşahedeyê û piştî nîvor hat emeliyatkirin. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar da zanîn ku heta dayika wî baş bibe dê navber bidin çalakiya nobeda edaletê.