Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin

  • rojane
  • 22:58 11 Îlon 2023
  • |
img
WAN- Ciwanên ku li navçeya Rêya Armûşê hatibûn binçavkirin û Wezîrê Karên Navxweyî Alî YErlîkaya ew wekî hedef nîşan dabûn, hatin girtin. 
 
Di 8'ê Îlonê de li Taxa Bostanîçî û Taxa Esendere yên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di avêtina ser malan de Şiyar Orhan, Delîl Bozkûrt, Serhat Akdag, Baran Tîbelîk hatibûn binçavkirin. Ji her 4 ciwanên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin, 3 jê hatin girtin. Baran Tîbelîk piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan û Şiyar Orhan, Delîl Bozkûrt û Serhat Akdag jî hatin girtin û ew şandin girtîgehê. 
 
Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ji bo ciwanên 3 rojan di binçavan de bûn li ser hesabê xwe yê medyaya sanal gotibû "endamên rêxistina terora dabeşker" û ew wekî hedef nîşan dabûn.