Li Cizîrê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 16:15 24 Adar 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Kesê bi navê Abdulkerîm Elgun li Cizîrê hevjîna xwe Nesîbe Elgun qetil kir. 
 
Abdulkerîm Elgun ku li gundê Xirabreşkê yê navçeya Cizîr a Şirnexê dijiya, hevjîna xwe Nesîbe Elgun (55) qetil kir. Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê hatin veguhestin, diyar kirin ku Nesîbe Elgunê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Nesîbe Elgun ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der heqê faîlê winda de lêpirsîn da destpêkirin.