Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin

  • jin
  • 09:04 7 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Platforma Yekitiya Jinên Kurdistanê li Herêma Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin. Endama platformê Hevşaredara HDP'ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan bilêv kir ku ew ê xebatên xwe berfireh bikin û got:"Tu caran qasî vê demê pêwîstî bi yêkitiya jinan nehatiye dîtin. Em ê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî'yê li her çar perçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin."
 
Şandeyeke ji Platforma Yekitiya Jinên Kurdistanê, demek berê li Herêma Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ku di nava şandeyê de cih girt, destnîşan kir ku ew ê bi ruhê "Jin, jiyan, azadî"yê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyê ava bikin. 
 
'DAXWAZÊN ME DAXWAZÊN WAN BÛN'
 
Fîdan, da zanîn ku di hevdîtinan de xalên girîng hatine nîqaşkirin û wiha axivî: "Serdana me ya başûrê Kurdistanê ya ku bi şandeyeke jin pêk dihat heta hefteyekê berdewam kir. Ev şande ji HEDEP, HDP û TJA'yê pêk dihat. Di vê serdanê de me gelek sazî û dezgehên başûrê Kurdistanê ziyaret kirin. Di nav van kesan de ku me serdana wan kir, waliyê Silêmaniyê, Şehnaz Xanim, Komeleya Jinan a Zehmetkêş, saziyên jinên sosyalîst, rêveberên saziyên Goranê, parlamenterên jin ên Goranê û saziya Yekitiya Jinên Kurdistanê kir. Hevdîtinên me pir baş derbas bûn. Pêşwaziya wan pir germ bû. Nakokî û pirsên ku di hişê wan de bersiv dîtin. Daxwazên me daxwazên wan jî bûn. Armanca vê serdanê ji sê xalan pêk dihat. Yekem xala girîng tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên me bû. Yek ji şaredariyên ku qeyûm lê nehatiye tayînkirin, şaredariya me ya Silopiyayê ye. Ji bo piştgiriya bi Şaredariya Silopiyayê re, ji bo projeyên jin û zarokan, çand û hunerê me piştgirî xwest. Ew bi xwe jî pir germ nêzikî vê daxwazê bûn."
 
'XALA SEREKE AVAKIRINA YEKITIYA JINÊN KURD E'
 
Hevşaredar Fîdan bi lêv kir ku li ser bihêzkirina yekitiya jinên kurd nîqaş û pêşniyazên girîng hatine kirin û got: "Xala duyemîn jî yekitiya jinan bû. Em ê çawa karibin li her çar parçeyan yekitiya jinan ava bikin? Dema ku me ev xal nîqaş kir hişmendiya desthilatdar li her çar parçeyên Kurdistanê jî bi heman awayî li ser jinan tê ferzkirin. Li başûrê Kurdistanê bi taybetî xwekuştina jinan pir zêde bûye. Girêdayî vê nîqaş hatin kirin. Dîsa qirkirina li ser jinan çawa li Bakur tê kirin, li Başûr jî bi heman rêbazê ye. Her wiha li başûrê Kurdistanê di salên dawî de dest bi kuştina jinên şoreşger kirine. Ev suîqestên li dijî jinan hatin nîqaşkirin. Dema ku em tundiya li ser jinê dinirxînin ne tenê li bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê, ji dîasporayê bigire tevahiya cîhanê divê ku jin bi awayekî hevpar bitêkoşe. Ji bo tekoşîneke hevpar jî me xwest ku em di serî de li başûrê Kurdistanê dest pê bikin û yekitiya jinên Kurdistanê ava bikin. Di hevdîtinan de xala sereke jî ev bû. Jinên başûrî jî xwedî heman fikrê bûn û heman daxwaz jî kirin."
 
'YEKITIYA JINÊN KURDISTANÊ DÊ JI YEKITIYA KURD RE JÎ DERÎ VEKE'
 
Fîdan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tifaqa jinan û wiha domand: "Bi taybetî jî gelek hêviyên jinên başûr ji jinên bakurê Kurdistanê hebûn. Ji ber ku tevgera jinên Bakur hêviyeke mezin daye jinên Başûr. Xwestin ku hevdîtinên bi vî rengî berdewam bikin. Em dizanin ku heke yekitiya jinên kurd bê avakirin ev ê ji yekitiya gelê kurd re jî derî veke. Ev jî xaleke girîng bû. Desthilatdar herî zêde li ser axa Kurdistanê bi parçekirînê hedef digire. Di Peymana Lozanê de xwestin ku vê parçebûnê di nava kurdan de çêbikin û yên ku herî zêde ji vê para xwe girtine jin bûn. Ji bo ku bi parçebûnê gelekî ji holê rakin ev peyman hatibû îmzekirin. Jinên ku di asta cîhanî de û bi taybetî jî li çar parçeyên Kurdistanê astengiyan dijî û rastî hewledayinên tunekirinê tê pêdivî bi rêxistinkirin û yekitiya jinan heye. Heke ku em nebirêxistinkirin bin û yekîtiya jinan nebe em ê nikaribin bi ser bikevin. Ji ber wê em yekitiya jinên kurd ji xebatên jinê re jî, ji azadbûna jinê re jî û azadiya gelên bindest jî girîng dibînin. "
 
'XEBATEKE BERFIREH BÛ'
 
Adalet Fîdan, da zanîn ku weke platform ew ê di demên pêş de xebatên xwe berfirehtir bikin û got: "Ev berdewamiya xebatên avakirina Yekitiya Jinên Kurd e. Jinên Başûr di çarçoveya vê xebatê de dixwazin ku bên Bakur. Beriya niha jî hewldayineke wan a hatinê çêbû. Lê belê li ber deriyê sînor hatin astengkirin û ew vegerandin. Ev xebatên me dê berdewam bikin. Li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava bi xebatên cur bi cur em ê bixebitin. Ev xebat ne ji bo carekê ye, dê berdewamiya wê bê. Lê xebateke pir berfireh bû. Ji ber wê jî jinan bi taybetî anîn ziman û gotin,'em naxwazin ku ev xebata me bi vê sînordar bimîne, em dixwazin ku ji vê xebatê encam bigirin.' Jixwe em bi xwe jî bi vê daxwazê çûn. Ev ji jinên Başûr re jî bû moral. Em ê vê xebatê bidomînin."
 
'BI RUHÊ JIN JIYAN AZADÎ EM Ê YEKITIYA XWE AVA BIKIN'
 
Fîdan, bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî pêwîst rûniştandina yekitiya jina kurd e û got ku li çar parçeyên Kurdistanê ew ê bi ruhê "jin, jiyan, azadî"yê yekitiya xwe bi xurt bikin û ev tişt got: "Di nav xebatên me de cihê her jinê heye. Li gel me ferq û cudahî nîn e. Dibe ku ev xebata me kêm jî mabe. Ev xebat dikare bê berfirehkirin. Yê ku daxwaza hevdîtinê bi me re bike em amade ne. Lê hin jinên ku bi me re ne xwedî heman fikrê bin jî em ê têkiliyê bi wan re deynin. Ji ber ku em ji azadiya her jinê berpirsyar in. Li kîjan devera dinê jinek rastî tundiyê bê û li ku fikr û ramanên wê esas neyên girtin em vê wekî pirsgirêka xwe dibînin. Ji ber wê em dixwazin ku her jin di nav vê xebatê de bin. Ev xebata me dê berfirehtir bidome. Tu caran bi qasî vê demê yekitiya jinan pêwîst nehatiye dîtin. Em ê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî'yê her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin. Pêwîst e ku jin destpêkê yekitiya xwe ava bikin û piştre jî pêşengiya avakirina kurd û Kurdistanê bikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût