Bang ji bo meşa li Licê

  • jin
  • 10:20 13 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Jinên ku banga beşdarbûna meşa ku dê sibê li Licê bê lidarxistin kirin gotin: "Werin em mil bi mil dawî li van polîtîkayên fihûş û tiryakê bînin."

 
Li navçeya Licê ya Amedê, sibê saet 13:00'an de dê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji ketina Licê heta navenda bajêr meşek bê lidarxistin. Meş dê bi dirûşmeya "Em li dijî tiryak, fihûş û polîtîkayên şerê taybet dimeşin" bê lidarxistin. Jinên Licê banga beşdarbûna meşê kirin ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî dê beşdar bibe û diyar kirin ku beşdarbûn ji bo têkoşîna li dijî tiryak û fihûşê girîng e.
 
Gulistan Înceyê got: "Em her kesî vedixwînin meşa 14'ê Kanûnê ya li dijî polîtîkayên şerê taybet yên ku bi rêya fihûş û tiryakê tên meşandin. Ji bo pêşeroja zarokên me, em ji hemû gelê xwe dixwazin ku hesas bin û beşdarî vê meşê bibin." 
 
Emîne Elçiyê got: "Divê hemû gelê me beşdarî meşa li dijî fihûş û tiryakê bibe û wê xurt bike."
 
Leyla Aksûyê wiha bang kir: "Ez ê roja Yekşemê, 14'ê Kanûnê saet di 13:00'an de beşdarî meşê bibim. Em li bendê ne ku hemû ciwan, jin û xelkê Licê yên hesas tevlî vê meşê bibin. Werin em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê bimeşin."
 
Rozelin Yîgîtelê got: "Em li bendê ne ku xelkê Licê û hemû gel tevlî vê meşê bibin." 
 
Binevş Pekerê got: "Roja Yekşemê li Licê meşek li dijî tiryak û fihûşê tê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, em bang li hemû xelkê Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku destên xwe bidin hev û dawî li van polîtîkayên tiryak û fihûşê bînin. Em ê jî beşdarî wê meşê bibin û em ê li benda gelê xwe bin."