RIHA - Fehîme Firat a 44 salî ku hat îdiakirin li Pirsûsê ceyranê girtiye, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî îdiayê, jina bi navê Fehîme Firat a 44 salî ku li Taxa Yildirim a navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî, dema li mala xwe ceyranê girt û jiyana xwe ji dest da. Xizmên Fehîme Firatê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Tevî mudaxileyê jî Fehîme Firatê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fehîme Firatê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
