STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê, ji bo siyasetmedar, rojnameger, parêzvanê mafê mirovan û parêzerên girtî, kartên sersalê şand û diyar kir ku bila girtîgeh di sala 2018’an de wêran bibin û ji girtiyan re azadî xwest.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo siyasetmedar, rojnameger, parêzvanê mafê mirovan û parêzerên girtî, li Postexaneya Galatasarayê kartên sersalê şand. Endamên ÎHD’ê li ber Lîseya Galatasarayê kom bûn, pankarta “Bila girtîgeh di sala 2018’an de wêran bibin û ji girtiyan re azadî” vekirin û dowîzên “Ji Salahettîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Enîs Berberoglu, Ahmet Şik, Nedîm Turfent, girtiyên nexweş û parastinê azadî” hilgirtin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî, berî kartan bişînin daxuyanî da.
'GER GIRTÎ AZAD BIBIN DÊ CIVAK JÎ AZAD BIBE'
Yolarî, diyar kir ku li ser her girtiyekê gelek pêkanînên îşkenceyan hene û wiha axivî: “Em ji siyasetmedaran re azadiyê dixwazin, ji ber ku siyasetmedar vîna gel in. Azadiya wan azadiya me ye. Bi taybetî em azadiya rojnamegeran dixwazin, ji ber ku rojnameger rastiya gelan dinivîsin. Em azadiya parêzvanê mafên mirovan dixwazin, ji ber ku parastin û edalet lingê herî girîng e. Ji ber vê yekê em edaletê dixwazin.”
Piştî daxuyaniyê, endamên ÎHD’ê 150 kartên serê salê ji girtiyan re şand.