STENBOL – Li navçeya Sancaktepeyê du birayên hev bi çakûç û kêrê hatin kuştin û kesek jî bi giran birîndar bû.
Li avahiyek Kolana Canan a taxa Sarigazî ya navçeya Sancaktepe ya Stenbolê birayên hev Bariş Kaymaz (41) û Metîn Kaymaz (44) ku lê rûdiniştin li malê kuştî hatin dîtin. Li ser îhbarê polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku Kaymaz ên birayên hev bi çakûş û kêrê hatine kuştin. Demek kin şûn ve li qahwexaneyek nêzî cihê bûyerê Huseyîn Batmaz jî yê bi çakûş û kêrê bi giranî birîndar bûye hat dîtin.
Têkildarî bûyerê kesek bi navê Mehmet B. hat binçavkirin. Hat zanîn ku ev kes di saetên şevê de ewil Metîn û Bariş Kaymaz kuştiye û pişt re serê sibê jî Huseyîn Batmaz jî li qahwexaneyê bi çakûç û kêrê birîndar kiriye.
Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.