EDENE - Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, bal kişand ser komkujiya Roboskê û aşkera kir ku 6 sal li ser bûyerê re derbas bûye, hêj bûyer lehatiye zelalkirin, ev ye wekî "Eyba dewletê" pênase kir û wiha axivî: "Divê teqes kesên ferman daye bê cezakirin."
Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, êrîşa di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê pêk hat bi bîr xist û da zanîn ku bûyera qetilkirina 34 welatiyan 6 sal e nehatiye zelalkirin. Kuçuk bertek nîşanê polîtîkaya dewletê da û ev tişt got: "Divê tiştên li Qilebanê qewimîn, hiqûqa gerdûnî li ber çavan bê girtin û bi vê re hevrû bibin. Divê Tirkiye aliyê xwe yê Dadgeha Cezayên Navneteweyî (DCN) li ber çavan bigire û bi berfirehî vê bûyerê lêkolîn bike. Heke bûyera li Qilebanê bê ronîkirin, dê gelek komkujiyên di demên nêz de pêk hatine bên zelalkirin. Divê berpirsyarên bûyerê bên dîtin. Em wekî parastvanên mafên mirovan, heta bûyera Qilebanê neyê ronîkirin, em ê alîgiriya xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Divê kesên fermana komkujiyê dane teqes bên darizandin."