MÊRSÎN - Parêzer Mehmet Altuntaş li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anî, ji ber pêkanînên keyfî, tundî û îşkenceyê, serî li Serokatiya Baroya Hatayê û Wezareta Edaletê da û serlêdana sûc kir.
Girtîgeha Tîpa T a Îsenderunê di demên dawî de bi binpêkirinên mafan, îşkence û tundiyê ket rojevê. Parêzer Mehnet Altuntaş piştî bi miwekîlê xwe Ercan Firat re hevdîtin pêk anî, der barê muameleya xirab a li girtîgehê de agahî dan.
Altuntaş da zaîn ku miwekîlê wî ji Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê kirine, di lêgerîna tazî re derbas kirine, bi sîleyan li wan xistine, heqaret û çêr li wan kirine. Altuntaş wiha axivî: "Robocop û gardiyan dikevin koxûşan û êrîşê girtiyan dikin. 4 girtî 12 rojan di hucreyê de tên girtin. Gardiyan bi keyfî dikevin koxûşan, heqaret û çêral ni girtiyan dikin. Pêlavan bi wan didin derxistin û bi wan didin pêkirin. Muameleya mirovî nîşanî wan nadin. Wekî ava vexwarinê serê kesî lîtreyekê av didin. Girtiyan bê av dihêlin. Axaftinên bi telefonê bi keyfî 15 rojan carekî, hevdîtina vekirî 2 mehan carekî bi keyfî tê diyarkirin. Bi tu awayî pirtûk û rojnameyan nadin girtiyan. Ji ber zextan girtî hatine asta ku zerarê bidin xwe."
Altuntaş destnîşan kir ku wî tiştên ku miwekîlê wî gotiye li gel xwe qeyd kiriye û ji miwekîlê xwe xwestiye ku îmze bike, lê personelê girtîgehê gotiye ku "heke îmze bike dê bê desteserkirin" û mudaxaleyê wan kiriye, der barê muameleya xirab û îşkenceyê de jî serî li Miduryeta Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îskenderunê û Serdozgerê Komarê ye Îskenderunê daye û der barê peywirdarên cemaweriyê yên "Îşkence û peywira xwe xirab bi kar anîn de" serî li Serokatiya Baroya Hatayê û Wezareta Edaletê da.