Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî

  • rojane
  • 11:15 27 Kanûn 2017
  • |
img

QAMIŞLO - Berdevkê YPG'ê Nurî Mehmud, diyar kir ku berovajiyê hemû cîhanê polîtîkaya fermî ya Tirkiyeyê wan wekî "teror" dibîne û wiha axivî: "Tu pirsgirêkên me bi gelên li Tirkiyeyê re tuneye, me bi wan re şoreş pêk anî. Pirsgirêk pirsgirêka serdestên li Tirkiyeyê ne."

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berxwedana Kobanê re di dîroka mirovahiyê de rûpeleke nû vekirin. DAIŞ'a ku artêşên Iraq û Sûriyeyê tirsandibû, li berxwedana YPG'ê aliqîn û têk çûn. Ev hêza gelan îro li Rojhilata Navîn di warê leşkerî de di pozîsyona serkeftinê de ye. Bi sedan şervanên enternasyonalîst berê xwe dan Rojava, roja ku YPG hatiye avakirin heta niha di nav de cihê xwe digirin, bi hêza cewherî li dijî hemû êrîşan têkoşînê didin. Ev hêza şoreşê ya ji gelan pêk tê, îro dewleta tirk dixwaze wekî "teror" bide reşkirin.
 
Berdevkê YPG'ê Nurî Mehmud der barê polîtîkaya Tirkiyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û nêzikatiyên Tirkiyeyê, têkiliyên bi hêzên koalîsyon, DYA û Rûsyayê re ji Ajansa Mezopotamyayê re parve kir.
 
YPG li ser kîjan pêwîstî, li ser çi esasî, çawa mezin bû, hêza wê ya nû çî ye?
 
Di bin navê "Bihara Ereban" de çiqasî bixwazin karakterekî nijadperestî lê bar bikin jî pêwîstiyên azadiyê yên gelên li Rojhilata Navîn raperîn anîn. Ji derveyê baweriyên gelan ên li van welatan, daxwazên azadiyê jî hebûn. Ji van yek jî axa Sûriyeyê bû.
 
Bi taybetî li Bakurê Sûriyeyê yanî li Rojava gelên dildarên azadiyê hebûn. Bi raperînên li Sûriyeyê re otorîteya dewletê hilweşiya, pêwîstî bi parastina gelan hebû. Me jî di destpêkê de li taxan, li kuçeyan dest bi parastina gelê xwe kir. Gelên li Rojava bê nasname hiştibûn, nikaribûn zarokên xwe jî li ser xwe qeyd bikin. Ev beşa herî zêde ya dildarê azadiyê bûn. Vê yekê jî pêşî li rêxistinbûnê vekir. Ji ber van sedeman me li kuçeyan dest bi berxwedanê kir, saziyên demokratîk û malên gel, yekîneyên parastina kuçeyan û avakirina komînan derketin pêş. Bêguman armanceke me ew e em Sûriyeyê bikin welatekî azad û demokratîk. Li kuçeyan nîqaşên demokratîkbûna Sûriyeyê dest pê kir. Vê jî hişt ku bajar ji rejîmê bên rizgarkirin. Ji bo parastina van bajaran, pêwîstî bi parastinê hebû. Yekînêyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser vê esasî ava bûn.
 
Di 19'ê Tîrmehê de bajarê Kobanê ji rejîmê hat standin. Rejîn ji Efrîn, Cizîr û bajarên din hat derxistin. Ji bo pêwîstiyên gel me girîngî da ser parastinê. Me hêzên xwe li ser sînorê bajaran bi cih kir. Civakê li kuçeyan komun ava kirn û 3 kanton îlan bûn. Me jî di çarçoveya biryara siyasî ya van kantonan de, peywira parastinê girt ser milê xwe.
 
Piştî bajarên wekî Girê Spî, Çiyayê Kizwanê, Minbic, Şedadê, Hol, Eyn Îsa, Reqqa azad bûn û mozaîka gelan derket holê. Bi vê re girîngiya YPG'ê derket holê û her ku çû parastin berfireh bû.
 
Ji bo parastina Bakurê Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ava bû. Me jî bi şerê li dijî rejîm, DAIŞ, Nusra û Ehrarê re tecrûbeyek bi dest xistibû, di nava vê hêzê de cih girt. Pêwîstiyên civakê bi hêza parastinê hebû, hêza parastinê li kuçeyan dest pê kir û li Bakurê Sûriyeyê belav bû. Hêzên li Sûriyeyê wekî hêzên rewa ên civakê derketin holê, bi giştî li pey şopa desthilatdariyê çûn, bûn sedema rûxandina bajaran, koçberbûna bi milyonan kesî û mirina sed hezaran kesî. Li herêma me mirovan ji bo pergala demokratîk xebat meşand. Artêşa Sûriyeya Azad (OSO), li dijî artêşa ku şer dikir, dixwest bikeve cihê wê. Li kuçeyan gel çi nîqaş dike û biryara rêvebirinê kê digire, me xwe bi cih dikir. Armance me ya sereke jî ew bû em xwe li gorî demokrasî û azadiya gelan xwe bi pêş bixin.
 
QSD hat avakirin çima hêj YPG heye? YPG, wekî hêza kurdan di bin sîwana QSD'ê de cih digire?
 
Hemû artêşên li herêmê li dijî DAIŞ'ê têk çûn, YPG'ê da nîşan ku DAIŞ dikare bê şikandin. QSD'ê jî bi rizgarkirina paytexta xîlafetê Reqqayê re DAIŞ têk bir.
 
Di nava QSD'ê de ne tenê em, meclisên leşkerî yên Minbic, Reqqa û Dêra Zorê jî hene, hêzên gelên din jî hene, Ceyş El Suwar û hêj gelek hêzên din ên leşkerî jî hene. QSD hêj nebûye artêş. Hêza parastina civakê ye û ev bi ser xist. Ji bo civak bi pêş bikeve, pergala xwe ya demokratîk ava bike, derket pêş. Her hêza ku dixwaze parastina herêmê bike, pêşî li pêşketina civakê veke dikare di nava QSD'ê de cih bigire. Di pêvajoya şoreşê de mezinkirna vê hêzê û her hêz têde cih bigire, gelekî girîng e.
 
YPG jî di nava vê hêzê de peywira xwe bi cih tîne. Artêşa rejîmê hewldaneke wê ya ji bo civakê bixebite tune. Qasî ku Esad diparêze, civakê naparêze. Ji ber wê QSD hêzeke alternatîf e. Ji ber ku hêj nebûye artêş, her hêz bi rengê xwe di nav de cih digire. Heta pêvajoya şoreşê bi ser keve, biryarên siyasî yên civakê derkeve pêş dê YPG vê rola xwe ya pêşengiyê berdewam bike, dê hemû derfetan saz bike. Piştî pêvajoya şoreşê temam bû, civakê modeleke nû pêşniyar kir, dê YPG jî li gorî biryara civakê xwe nû bike. Heta wê demê hebûna hemû hêzên di nava QSD'ê de girîng û bi nirx e.
 
Di destê rejîmê de tang, balafir û çekên giran hebûn jî Reqqa ji DAIŞ'ê re hişt. DAIŞ ji wir re li Mûsil û dewletên li Rojhilata Navîn belav bû û li bajarên Ewropayê êrîşên terorî pêk anî. DAIŞ'ê xwe ji hêlekê ve gihand Şam û ji hêlekê ve jî ginand Bexdayê, cara ewil li Kobanê bi berxwedana civakî aliqî. Hemû artêşên herêmê li dijî DAIŞ'ê têk çûn, YPG'ê bi şerê xwe danî holê ku DAIŞ dikare bê şikandin. QSD'ê jî bi rizgarkirina Reqqayê re danî dawiya DAIŞ'ê anî.
 
Çend hêz diyar dikin ku bingeha destkeftiyên we bi desteka DYA, Rûsya û koalîsyonê re heye. Eslê vê çi ye? Heke ku ev hêz tune bin jî hêza we ya parastina xwe tune ye? Hûn pêdiviyê çiqas bi van hêzan dibînin? 
 
Heta roja me ya îro me gelek hevalên xwe yên fedaî şehîd dan. Lê em li hember tu êrîşan têk neçûn û her tim em serkeftî bûn. Em hêzek ku êdî dikarin civaka xwe biparêz in.
 
Van hêzan, di berxwedana kolan û bajaran de piştgiriyê nedan me. Em û civakê bi hev re me li ber xwe da û têkoşîn kir. Desteka wan ewil qonaxên dawî yên berxwedana Kobanê hat dayîn. Li Kobanê piştî talûkeya DAIŞ’ê hat ferqkirin, berxwedanek dîrokî hat nîşandan şûn ve bala hemû gelên cîhanê kişand û van hêzan destekê da. 
 
Hêzên serdest ên li dijî demokrasiya herêmê, dixwestin hêzê nanvnetewî yê di çarçoveya berjwendiyên xwe de bicih bikirina. Heke ku artêşên serdestên heremê li hev kom bûbûna, li Kobanê û li Girê Miştenûr bihatana bicihkirin jî dê li dijî DAIŞ’ê têk biçûna. Gelê Kobanê, hêzê YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê têkoşîna rûmet û mirovahî da nîşandan. Ji mirovahiya cîhanê yê vê berxwedanê dît gelek welatî bûn hevkarê vê berxwedanê. Hêzên navnetewî dîtin ku hemû mirovahiya cîhanê xwedî li vê berxwedanê derdikeve, heqîqet li gel van hêzan cih digire û fêm kirin ku dereng mane. 
 
Heke ku van hêzan ewil vê heqîqetê bidîtana, li gorî wê tevger bikirina belkî jî şerê Sûriyê ewqas hilweşînker û giran nebûya. Li Kobanê YPG/YPJ û yên li bajar dijiyan bi çekên ferdî li dijî çekên giran ên ji Reqayê anîn li ber xwe dan. Hêza teknîkî ya di destê DAIŞ’ê de bi desteka DYA û koalîsyonê vala hat derketin. Ji bo vê civakê bû vegerek dîrokî. 
 
Rabûna ser piya ya gelê cîhanê ya ji bo Kobanê van hêzan anî nokteya destekê. Mesele ne meseleya bêyî ku ev hêz tune bin em dikarin xwe biparêzin neparêzin nîne. Pirsgirêk hevparbûna hêzan û bi hev peywîra parastina civakê ye. Ya girîng ew e ku xizmeta civakê bê dîtin. Li gel vê hêzên me jî êdî hêzên profesyonel in. Hêzên me hêzên li qadên hem parastina hundirîn û hem jî parastina derve tên perwerdekirin. Hêzên me hêzên hin bêtir dikare taktik û stratejiya leşkerî li pêş bixe ye. Hêzên me hêza heta roja îro li dijî hemû êrîşên terorî û êrîşên ji her alî hatin dikare bisekine. Heta roja me ya îro me gelek hevalên xwe yên fedaî şehîd dan. Lê em li hember tu êrîşan têk neçûn û her tim em serkeftî bûn. Em hêzek ku êdî dikarin civaka xwe biparêzin. Lê em girîngiyê didin têkiliya bi hêzên navnetewî re jî. Em xwedî hêzek dikarin li dijî terora navnetewî xwe biparêz in. Em dixwazin van hêzên dibin mijara gotinê hin bêtir têkiliyê xwe li pêş bixin. Em amade ne li dijî terorîzma cîhanê jî şer bikin. Ji bo bingeha hiqûqî ya vê têkiliyê çê bibe, divê hevkariya QSD, hêzên navnetewî, YPG û YPJ’ê mezin bibe. 
 
Li derveyî vê jî gotina “Em xwe bi xwe diparêz in” em difikirin ku sloganek klasîk e. Civak hemû yek in. Ji bo berjwendiyên mirovahiyê dema sazî hevkar bibin wê demê em dikarin behsa serkeftinê bikin. 
 
Divê hiqûqa navnetewî QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê nas bike û têkiliyê li pêş bixe. Çawa di berxwedana me ya mirovahiyê de li gel me cih girtin, em jî ji bo mirovahiya cîhanê li ku dibe bila bibe li dijî terorê dikarin şer bikin. 
 
Li ser tevahiya sînorê Tirkiyeyê YPG hatiye bicihkirin. Dewleta tirk we wek gef dihesibîne li herêma Şehbayê navbera Ezaz û Cerablûs sitend heta Babê pêş ve çû. Niha jî ket axa rojavayê Efrînê Idlibê. Hem li ser xeta sînor û hem jî li her du herêman her tim hêzên we tacîz dikin. Bi rastî jî hûn li ser sînor hêzek gef û guran dixwin? Nexwe ev paranoyaya hikumeta AKP’ê dixwaze biafirîne? 
 
Serdestên Tirkiyeyê hêzên xwe leşkerî ji bo berjwendiyên xwe bikar tîne. Êrîşî destekftiyên demokrasiyê dikin û dixwazin pêşketina vê asteng bikin. Êrîşên li dijî Efrînê jî bi temamî di vê çarçoveyê de ne. Tu gefên me li dijî Tirkiyeyê tune ne û ji bo parastina wê jî em xwedî rolek girîng in.
 
Dema em li rastiyê binêrin, ji roja îlankirina YPG’ê heta niha ji Rojava tû êrîşek me li dijî Tirkiyeyê çênebûye. Berovajiyê vê yekê DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam her tim li ser sînorê Tirkiyeyê êrîşî me kiriye. Dîsa me sînor parast û çûyîna terorîstan a Tirkiyeyê asteng kir. DAIŞ’a li sînorê Tirkiyeyê bi sedan kîlo metro me wan dafda aliyê din. Li gel vê yekê gelên Tirkiyeyê bi mehan liser xeta sînor piştgiriyek mezin ji bo Şoreşa Rojava temîn kir û bûn hevkarên berxwedana Kobanê. Pişgiriya moral, tenduristî dan me. Şorşeger hatin xwîna bi xwîna me re kirin yek. Heta dawiyê li gel me man. Ji bo demorkasiya li vir li Tirkiyeyê li pêş bikeve bûn hêvî. Me bi gelên Tirkiyeyê re tu deme pirsgirekek ne jiyî. Me bi wan re li vir şoreşê ava kir. Pirsgirêk pirsgirêka serdestiyên Tirkiyeyê ye. 
 
Em hêza ku li kolan û taxan nîqaş dikin û gelên pergala xwe dihûnînin e. Ev pergalek demokratîk e. Li herêmê cara ewil li heman kolanê xirîstiyan, misilman, êzidî û hemû bîr û bawerî bi hev re dest bi jiyankirinê kirin. Li vir nasname, bawerî, çand û netew tên parastin. Serdestên Tirkiyeyê ji pêşketina demokrasiya bi vî teşeyî tirsiyan. Ji ber vî awayî artêşawan û komên ku perwerde kirin û piştgiriyê dan wan her tim êrîşî me kirin. Niha jî em ji bo diyalog li pêş bikeve û demokrasiyê amade ne. Ji ber vî sedemî tu demê dijminahiya me li dijî Tirkiyeyê çênebûye. Ji ber cîranên me ne em dixwazin têkiliya xwe li pêş bixin. Em dixwazin civaka me bazirganiya xwe bike û herkes jê feyde bibîne. 
 
Serdestên Tirkiyeyê hêzên xwe leşkerî ji bo berjwendiyên xwe bikar tîne. Êrîşî destekftiyên demokrasiyê dikin û dixwazin pêşketina vê asteng bikin. Êrîşên li dijî Efrînê jî bi temamî di vê çarçoveyê de ne. Tu gefên me li dijî Tirkiyeyê tune ne û ji bo parastina wê jî em xwedî rolek girîng in. Çunkî em dikarin sînorên xwe biparêzin û hemû cûre êrîşên terorî asteng dikin. Yek êrîşek jî ji sînorên me pêk nehatiye. Tenê li dijî êrîşên hatin kirin tenê me parastina xwe pêk anî. 
 
Pirsgirêk ne di navbera gelên Tirkiyeyê û gelên Bakurê Sûriyeyê de tune ye. Pirsgirêk pirsgirêka serdestên Tirkiyeyê ya ji pêşketina demokrasiyê ditirsin e. Di vê çarçoveyê de wek hêza şoreşê ya li Sûriyeyê OSO ku derketiye jî bikar tîne. Kirin ku dev ji Hama, Humus, Halepê berdin û li dijî Efrînê bikar tînin. 
 
Di desthilatdariya rejîma Baas de hilweşandina Sûriyê pêk hat. Dê bi rejîmê re dewam bike? Têkiliya we çi ye? Dê Esad çawa bibe? QSD û YPG, ji bo Artêşa Sûriyê dê di kîjan nokteyê de be? 
 
Axa Sûriyê xwedî axek bi dîrok û gelek çanda re malovaniyê kiriye. Cihê ku civakan jiyanê li hûnandiye. Axek ku hemû alî dikarin jiyanê lê bihûnînin. Xwedî çand û vê çareseriyê ye. Rejîma Esad heke ku tiştên kevn ferz bike êdî ev bê derfet e. Dê ev belav bibe û parçe bibe. Heke ku xwe di çarçove û armanca şoreşê de bicih bike dê ev çareseriyê bîne. 
 
MA / Erdogan Altana
 
 

Sernavên din

27/12/2017
14:31 ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê kincên yek reng qebûl nakin’
14:16 'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike'
13:56 ÎHD’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
13:45 Du birayên hev kuştî hatin dîtin
13:32 13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin
13:31 Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî
13:08 Serokê Baroya Edenê: Roboskê eyba dewletê ye
13:01 Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
13:01 Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’
12:31 Der barê midurê Girtîgeha Îskenderunê û peywirdarnan de serlêdana sûc kirin
12:18 Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne
11:48 ‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’
11:29 6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?
11:15 Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî
11:10 Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin
10:41 Arşîva DAÎŞ'iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest
09:27 Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê
09:27 Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne
09:26 ‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’
09:25 Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan
09:24 Polîsê Fendîk kuşt hêj li ser kar e
09:23 ‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe'
09:22 Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê
09:21 Qeyûm avahiya Konseya Bajêr da ‘Gaziyan’
09:20 Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê
09:20 ‘Bi parastina Gûantanamoyê nêta xwe aşkere kirin’
09:19 Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?
09:16 Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
26/12/2017
17:03 Dîsa kêlên goran xira kirin
16:55 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:24 Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
16:22 SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin
15:50 250 karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
15:47 KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike
15:30 Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin
15:12 Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
14:44 Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê
14:43 Ji bo tirsê mertalên xwe li erdê xistin
14:07 Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir
13:59 KCD: AKP-MHP bi KHK welat dixe nava şer
13:53 Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin
13:49 Ji bo hevdîtinê çû hat girtin!
13:40 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan
13:33 Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir
13:18 Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû
13:14 Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
13:10 ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’
13:04 Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan
12:50 TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe
12:37 'Tu hiqûqnas van KHK'an qanûnî nake'
11:39 Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn
11:23 24 sal borîn lê zilm û şerm neguherî
11:23 Doza akademîsyenan taloq kirin
11:16 Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin?
11:08 Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye
11:01 Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin
10:43 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan binçav kirin
10:26 Keskîn: Ewlehiya me tu kesî tune ye!
10:06 Serokê SÛDEF’ê: Tecrîd kelemçekirina vîna bi milyonan kesî ye
10:05 6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe
10:04 Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere
10:04 Hemû projeyên Şaredariya Artemêtê betal kirin
10:03 Hinceta 10 sal cezayê li Irmakê birîn aşkere kir
09:50 ‘Wê têkoşîna li hemberî Rewşa Awarte bidome’
09:49 'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’
09:48 Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze
09:48 Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
09:46 'Em beramberiya keda xwe wernagirin'
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN
25/12/2017
17:12 'Heke pirsgirêk dewam bikin em ê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin'
16:18 Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
15:50 12 baroyan KHK şermezar kirin
15:42 Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye
15:41 'Em bedeng namînin'
15:35 Leşkerekî leşkerek birîndar kir
15:28 Rejîm li Dêra Zorê sivîlan topbaran dike
15:26 Kartên sersalê ji girtiyan re şandin
15:16 Cilên yek reng li ber Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kirin
14:48 Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin
14:42 ‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’
14:15 Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin
14:14 Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar
13:35 Doza Aydogan hat dîtin
13:24 Malbata xaniyê wan şewitî li derve man
13:16 Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê
13:15 Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist
13:14 Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan
13:00 HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin
12:59 Doza Cumhuriyetê dest pê kir: Ahmet Şik ji salonê derxistin
12:50 HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne
12:43 Beştaş: KHK'a bi hejmara 696'an kuştinê rewa dike
12:28 Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin
11:59 Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike
11:50 KCD: Komkujiya Roboskî ji hişê me dernakeve
11:48 Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin
11:36 Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
11:27 Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir
11:06 Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin
10:38 2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin