COLEMÊRG - 6 meh di ser kuştina Necmetîn Fendik ê polîsan li Geverê bi ser mala wî de girt û ew li malê kuşt re derbas bû. Lê hêj der barê polîsê ku quştin qebûl kir de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û kujer li ser kar e.
Di 18'ê Tîrmeha 2017'an de li Taxa Gongur a Gevera Colemêrgê polîsan avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û ew kuştibûn. Di ser kuştina Fendîk re 6 meh derbas bûn. Lê hêj lêpirdîs nehatiye zêdekirin. Parêzerê malbata Fendîk Necmetîn Çorûh anî ziman ku di ser bûyerê re 6 meh derbas bûne, lê heta niha der barê polîsan de tu doz nehatine vekirin û polîsê Fendîk kuştiye hîn jî li ser karê xwe ye. Çorûh diyar kir ku ew cîranê Fendîk e û dema ku ew hatiye kuştin li cihê bûyerê bûye û der barê roja ku Fendîk hat kuştin de ev tişt gotin:"Ew roj bi dehan maşîneyên zirxî û polîs ji bo avêtina ser malan bi ser taxê de girtin. Dema lêgerîna li malan berdewam dikir dengê guleyekê hat. Deng ji mala Fendîk hat. Li ser qîrîna zarok û hevjina wî me xwest em derkevin ber derî, lê neniştin ku em serê xwe di pencerê de jî derbixin. Heta demek dirêj rewş wiha berdewam kir. Heta Fendîk birin nexweşxaneyê nehiştin tu kes derkeve derve. Jixwe me Fendîk li nexweşxaneyê dît. Dema anîbûn nexweşxaneyê miribû."
POLÎSÊ KU SÛÇÊ XWE QEBÛL KIR HÎN JÎ LI SER KAR E
Çorûh bal kişand li ser rewşa ku piştî Fendîk hat kuştin û got ku di ser bûyerê re 6 meh derbas bûne, lê belê hîn jî bûyer ji lêpirsînê veneguheriya dozê û wiha berdewam kir: "Delîl û îfadeyên şahidan li holê ne. Çima doz nayê vekirin.Yê wî kuştiye aşkere ye. Polîsê ku Fendîk kuştiye sûçê xwe qebûl kiriye. Polîsên din jî li ser vî polîsê îfade dane gotine ku ew e. Tevî van tiştan hemûyan, hîn jî polîsê ku Fendîk kuştiye peyvira xwe berdewam dike." Çorûh diyar kir ku polîsê Fendik kuştiye di îfadeya xwe de gotiye "Dema ku ez ketim xwarê guleya ku ji çeka min derket li Fendîk ketiye" û wiha berdewam kir; "Hîna Fendik derî venekeriye cama derî hatiye şikandin û wi kûştine, lê polîs dibêje dema ku ez ketime xwarê gule lê ketiye. Dema ku mirov li cihê bûyerê dinihêre tiştek wisa ne mumkun e. Di dosyeyê de îfadeyên nakokiyî hene."
YÊN FENDÎK KUŞTINE ÇEK XISTINE DESTÊ WÎ
Çorûh anî ziman ku di îfadeya polîsan de tê derpêşkirin ku di destê Fendîk de çek hebûye û wiha got: "Îfadeyên hevjina Fendîk hene. Dibêje ku dema polîsan dîmenên cihê bûyerê dikişandin, carinan kamerayê digirtin. Ji wesayitên xwe poşet dianîn cihê bûyerê. Di van poşetan da çek hebûne û dane destê hevjinê wê. Ji bo şopa tiliyê wî li ser çekê çê bibe jî hinek tişt hatine kirin. Jixwe polîs di îfadeya xwe de dibêje 'di destê wî tiştekî wek çekê.' Ji bo xwe biparêzin çi ji destê wan hatiye kirine û ji cihê bûyerê vekişiyane. Fendik demek dirêj birindar li cihê bûyerê ma."
DEMA ÊRÎŞÎ TAXÊ KIRIN 13 MALBAT JI BER LÊDANÊ GILÎ KIRIBÛN
Çorûh diyar kir ku di dema kutina Fendîk de polîsan li malbata wî û geşek şêniyên taxê jî daye û ev tişt gotin: "Ji ber lêdanê 13 malbat serî li dozgeriyê dan. Ji ber vêya der barê 4 polîsan de lêpirsîn hat vekirin lê tu tişt li holê tune ye. Der barê bûyera Fendîk de tenê polîsek tê darizandin."
MA / Fethî Balaman