AMED – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla avahiya Konseya Bajar a Gundem 21’ê pêşkêşî “Komeleya Gaziyên Şerkar” kir. Atîlla, budçeya diviya bû bide konseya bajêr neda, got ku heke xebatkarên konseyê serdana wî bikin ew ê budçeyê bide.
Qeyûm avahiya Konseya Bajêr a Yerel Gundem 21’ê ku ji sala 2003’an ve di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bi awayekî aktif xebatên xwe bi rê ve dibe, tahsîsî “Komeleya Gaziyên Şerkar” (Muharip Gaziler Derneği) kir. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin, têkiliya bi Konseya Bajêr a Amedê re jî hat birîn û budçeya ku diviya her meh ji bo konseyê razîne nehat dayîn. Her çiqas protokol û peymana personelan a heyî bidome jî, lê rêbazên derhuqûqî hatin sepandin. Bêyî hincet bê nîşandan pêşî budçe hat birîn, paşê avahiya konseya bajêr a ku hîn jî protokola wê didome hat desteserkirin. Qeyûm avahî tahsîsî “Komeleya Gaziyên Şerkar” kir.
GULTAN KIŞANAK JÎ SEROKATIYA WÊ KIR
Konseyên Bajêr saziyên xweserin û di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de tên avakirin û ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn ve di Rojnameya Fermî de tên weşandin û dest bi xebatên xwe dikin. Budçeya wê ji aliyê şaredariya bajarê ku lê ye tê dayîn û li 81 bajar û gelek navçeyên Tirkiyeyê Konseyên Bajaran bi awayekî aktif tev digerin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku niha girtiye jî demekê serokatiya Konseya Bajêr a Amedê kir.
JI BER SERDANA QEYÛM NEKIRIN BUDÇE HAT BIRÎN
Cûmalî Atîllayê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, bêyî ku xwe bispêre qanûnekê budçeya ku diviya ji bo Konseya Bajêr razandana birî. Li gor agahiyên ku xebatkarên berê yên Konseya Bajêr dan, Atîlla gotiye heke xebatkarên konseyê wek heyet serdana wî bikin ew ê budçeyê razîne. Xebatkarên Konseya Bajêr ku vê daxwaza Atîlla qebûl nekirin, ji ber nerazandina budçeyê mecbûr man dev ji xebatan berdin. Herî dawî Serokatiya Daîriyên Xizmeta Civakiyî gazî xebatkarên Konseya Bajêr kir û ji wan xwest ku avahiya tê de ne vala bikin. Ji xebatkarên konseye rê hat gotin ku wê avahî tahsîsî Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê bê kirin, lê belê avahî tahsîsî “Komeleya Gaziyên Şerkar” hat kirin.
Konseya Bajêr a Yerel Gundem 21 a Amedê ji sala 2003’yan ve bi awayekî aktîf dixebitî û di 14 salan de tevî gelek sazî û dezgehan gelek proje pêk anîn. Ji saziyan û torên dildariyê meclîs hatin avakirin. Armanca sereke ya Konseyên Bajêr hêzdarkirina demokrasiyê ye û rasteterast beşdarbûyan gel a pêvajoên biryardayînê ye.