STENBOL – Parêzer Gulîzar Tûncer, bal kişand ser sepandina “kincên yektîpî” û diyar kir ku hikûmetê bi parastina Gûantanamoya ku li cîhanê wek navenda zilmê tê zanîn, armanc û nêta xwe ya rastîn aşkere kiriye.
Bertekên li hemberî sepandina “kincên yektîpî” ku di çarçoveya Rewşa Awarte de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Jimare 696’an ket meriyetê didomin. Parêzer Gulîzer Tûncer balê kişand ser vê sepandinê .
Tûncer ji bo mînaka Gûantanamoyê ku îktîdar di vî warî de wek mînak esas digire nirxand û ev tişt gotin: “Kesên Gûantanamoyê wek navnîşan nîşan didin, dizanin ku ew der ne girtîgehek e, binkeyeke leşkeri ya Amerîkayê ye, îşkence û muameleya der mirovî ya piştî 11’ê Îlonê li mirovên li wir dihatin ragirtin dihat kirin baş dizanin. Lê belê wek mînak esasgirtina Gûantanamoyê ku li vir tu huqûq û qanûn nedihatin sepandin û cîhan wê wek navenda zilmê dizane, armanca xwe ya rastîn aşkere dikin.”
'DI PÊŞEROJÊ DE WÊ LI GIRTÎGEHAN LI XWEKIRINA WAN BÊ FERZKIRIN’
Tûncer anî ziman ku li gor madeya 103’yemîn a KHK’ya 696’an niha tenê di dema sewqkirina danişînan de wê li girtî û hikumxwarin di çarçoveya Qanûna Têkoşîna li Hemberî Terorê tên tawanbarkirin bê ferzkirin, lê belê dê di pêşerojê de ev sepandina kincên yektîpî li girtîghan jî bê ferzkirin.
‘WÊ ÊRÎŞ Û MIRINÊN NÛ RÛ BIDIN’
Tûncer bi lêv kir ku armanca vê sepandinê ew e ku bêyî firqiyetê têxin navbera girtî û hikumxwaran wê li girtîgehan, ji bo binpêkirin û eciqandina hemû girtiyan tev bigere. Tûncer diyar kir ku wê bi KHK’yan cezayê dîsplînî li kesên ku li hemberî vê sepandinê derkevin bê birîn û kesên li hember derkevin wê hedef bên girtin û ev yek nîşan dide ku dê li girtîgehan êrîş û mirinên nû rû bidin.
‘BEREDWAMIYA YEKPARÊZIYA KU BI SALAN DIDOME’
Tûncer, anî ziman ku çawa di dema 12’ê Îlonê de girtiyên siyasî li dijî vê derketin û qebûl nekirin, bêguman wê niha jî girtî li hemberî vê ferzkirina “kincên yektîpî” derkevin û li ber xwe bidin. Tûncer got ku ev yek tenê ne li girtiyan li hemû civakê tê ferzlirin û tê xwestin ku hem li derve hem li hundur her kes wek îktîdara siyasî tev bigere û bifikire. Tûncer got ku ev sepandin berdewamiya yekparêziya yek welat, yek netew, yek ziman, yek olê ye ku bi salan didome.
MA / Bîlal Seçkîn