STENBOL - 250 karkerên şaredariya Beşiktaşê bi sedema mehaşê xwe yê berê negirtine dest ji kar berdan. Karkeran diyar kirin ku heta heqê xwe bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bike.
250 karkerên endamên Genel Îş'a DÎSK'ê yên girêdayî Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Beşiktaşê kar dikin, dest ji kar berdan. Karkerên di bin baneya fîrmaya Bazirganî û Peyzajê ya HSC'ê de kar dikin, bi sedema ji 9'ê Îlonê heta niha meaşên xwe nastînin dest ji kar berdan. Karkerên dest ji kar berdan di saetên serê sibêde li Şitilxaneya Parq û Baxçeyan a li Ortakoy a Beşiktaşê kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Karkeran anîn ziman ku heta heqê xwe bistînin dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Nûnerê Kargeriyê Ridvan Çalişkan, anî ziman ku ji ber peymana TÎS'ê îmze kirine divê heqê xwe bistînin û wiha got: "Heqê me yê divê em bistînin hêj menestendiye. Her karkerek heqê wî yê di navbera 2 hezar û 5 hezar TL de tê guhertin hêj ne girtiye. Ger ku heqê me yê nehatiye dayîn bidin me em dê dest bi kar bikin. Lê hêj me heqê xwe nestendiye. Heta em heqê xwe bistînin emê têbikoşin. Çend çaran me hişyar kir, lê her dem taloq kir. Êdî heta em heqê xwe negirin em dest bi kar nakin û em dê çalakiyan pêk bînin."
Karker Naif Sumelî jî anî ziman ku salek e bi rêk û pêk heqê xwe nastînin. Sumelî, anî ziman ku ji ber wan TÎS îmze kiriye divê heqê xwe bistînin û heqê wan ê nehatiye dayîn heye. Tumelî, anî ziman ku heta heqê xwe yê nehatiye stendin bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin."