ENQERE - Li Kolana Yukselê çalakiya ‘Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 413’an de berdewam kir. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kir û 3 kes bi lêdanê binçav kirin. Polîs ji bo gel bitirsînin mertalên xwe li derdê xistin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 193’an de û çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 413’an de li Kolana Yukselê berdewam kir. Li Kolana Yukseyê çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin, polîsan pêşiya wan bi mertalan girtin û destûr nedan. Li ser vê yekê çalakvanan xwestin li ber mertalên polîsan daxuyanî bidin û dirûşme berzi kirin. Çawan ku çalakvanan pankar vekirin polîsan mudaxile kir û pankart çirandin.
Polîsên bi mertalên xwe derdora çalakvanan girtin, 3 kes bi lêdanê binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin di wesayîta polîsan de jî dirûşme berz kirin.