AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diyar kir ku AKP-MHP bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) welat dixin nava şer û got “Hêza me heye ku em van planên AKP’ê asteng bikin.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Erdogan û partiya wî hemû derfetên dewletê xistine destê xwe û desthilatdariya xwe didomîne. KCD'ê di daxuyaniyê de wihagot: “Erdogan û partiya wî ên ku li Kurdistanê biryara gelek qetlîaman dan, piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi Rewşa Awarte re hemû derfetên dewletê bi dest xistiye û dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Her roj goristan di serî de li pêş çavên cîhanê bajarên Kurdan hildiweşîne, mirovan qetil dike û bi hezaran kesan diavêje girtîgehan."
KCD'ê, bal kişand ser biryara "Cilên yek tîp" û wiha cih da daxuyaniyê: "Niha jî bi 'cilên yek tîp' ê li girtîgehan dixwaze vîna girtiyan bişkîne û zemînê qetlîameke din ava dike. Helwesta li hemberî vê polîtîkaya faşîst a ku dixwaze rûmeta mirovahiyê teslîm bigire, peywir û berpirsyareke dîrokî ye. Desthilatdariya ku har bûye diyar dike ku wê zû bi zû ji polîtîkaya xwe ya faşîst neqere û ew ê gelek tiştên dermirovahiyê bike. Mînaka vêya ya herî girîng jî fermana kuştina mirovan dide komên faşîst. Pergala faşîst a ku bi salan e li Tirkiyeyê Kurdan dide lînçkirin niha jî dixwaze bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de vê plana xwe têxe meriyetê."
KCD'ê xwest neyê jibîrkirin ku di dîroka gelê Kurd de gelek berxwedan heye û wiha bi dawî kir: "Mînaka herî nêz a vê berxwedanê jî berxwedana zindana Amedê ye û hêza me heye ku em van ferzkirin û polîtîkayên faşîst pûç bikin. Ji bo ku li Tirkiye û Kurdistanê nasname, bawerî û çand bi awayekî azad bi hev re bijîn em bang li her kesî dikin ku em ligel hev têbikoşin.”