MÊRSÎN - Parêzera Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz bertek nîşanî KHK'an da û ev tişt got: "Dema em KHK'ên bi Hejmara 695 û 696'an lêkolîn dikin, sererastkirinên ku mirovan matmayî dihêlin heye. Tu hiqûqnas ji vê re nikare bêje 'ev qanûnî ye" û qebûl nake."
Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de di 24'ê Kanûnê de Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) yên bi hejmara 695 û 696'an derxistin û di Rojnameya Fermî de weşandin. KHK'a ku Lijneya Wezîran amade kiriye, ji hemû beşên civakê bertek her ku diçin li dijî sererastkirinê zêde dibin. Bi taybetî bi hejmara 696'an pêkanîna cilên yek reng a li ser girtiya tê ferzkirin, bi xala 121'an hêrsa gel zêde kir. Gelek beşên civakê vê sererastkirinê wekî "xeterya mezin" pênase dike. Parêzera Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz aşkera kir ku tu hiqûqnas vê KHK'ê qebûl nake.
'NE QANÛNÎ YE'
Yeşîlbogaz destnîşan kir ku piştî hewldana dereyê OHAL hatiye îlankirin, her ku diçe ji armanca xwe dûr dikeve û bi rêya KHK'an meclis bê bandor hatiye hiştin û wiha got: "Ev mijarên jiyanî beyî ku li meclisê bên nîqaşkirin, dema dixin jiyanê pirsgirêkên cidî bi xwe re tînin. KHK'ên 695 û 696 berî çend rojan derketin û ev mirovan dixin nava fikarên mezin. Tu hiqûqnas vê yekê qebûl nake."
Yeşîlbogaz pêkanîna cilên yek reng jî li dijî peymana hiqûqa navneteweyî dît û wiha axivî: "Di şertên darizandina edlilane de sûcdar û kesê bê sûc jî wekhevin. Di vir de muameleye piçûkxistinê heye. Li ser darazê hesab hene û ji nûve sererastkirinan dikin. Daraz ne serbixwe ye." Yeşîlboga polîtîkaya bê ceza hiştinê jî rexne kir û got ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.
'DARAZ Û QANÛN LI BER ÇAVAN NAYÊN GIRTIN'
Yeşîlbogaz bertek nîşanî guhdarkirina telefon û şopandina teknîkî ya bi rêya KHK'ê xistin CMK'ê jî da û wiha pê de çû: "Mixabin bi van xalan re ji dewleta hiqûqê dûr dikevin." Yeşîlbogaz da zanîn ku êdî parêzer neyê dozê, dê danişîn dewam bike û dikarin hukumê heyî bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îfadeyên şahid an jî bersûc ê bi fermanê bên dosyaya dozê, li cihê ku dadgeh nivîs an jî girtekên bixwîne, tenê dê rêbaza gotinê esas bigirin û hukmê vê anîn. Dê heman rewş, di darizandinên îstînafî de jî derbasdar be."
Yeşîlbogaz da zanîn ku ev hemû sererastkirin, pergala darazê, darizandina edilane û mafê parastinê ji bolê radike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Sererastkirineke ew qas ji hiqûqê dûr dema bê kirin, vê yekê li derveyê meclisê kirin dijî dewleta hiqûqê ye. Ez hêvîdarim dest ji vê xeletiyê berdin."