BEDLÎS – Yek ji 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin cenazeyê endamê PKK’ê Fedekar Turan ê di sala 1993’an de jiyana xwe ji dest dabû ye. Dema Turan jiyana xwe ji dest da, leşkeran pê li cenazeyê wî kiribû û rojnameya wê demê Ozgur Ulke bi bi manşeta “Bila mirovahî şerm bike” ew wêneyî ragihandibû. Ew wêne 23 sal in nehatiye jibîrkirin. Dayika Turan, Nuriye Turan diyar kir ku 24 sal şûn ve heman êşê xwe li wan dubare kir.
Li gundê Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê, leşkeran bi ser Goristana Xerzanê ve girt û hemû gor rûxandin. Piştî rûxandinê goran kolandin û 267 cenazeyên endamên PKK’ê ji goran derxistin. Bêyî ku agahî bidin malbatên wan û cenazeyan şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Bi temamî rûxandina goristanê û derxistina cenazeyan êşa malbatan ku bi salan e didome li vê êşê zêdetir kir. Yek ji van malbtan jî malbata endamê PKK’ê Fedekar Turan e.
Fedekar Turan piştî tevli PKK’ê bû, di sala 1993’an de hêj 20 salî bû di pevçûnek li herêma Deşta Gozeldere ya li ser riya Xîzan û Tetwanê bi 7 hevalê xwe re jiyana xwe ji dest bû. Piştî Turan jiyana xwe ji dest da, ewil li herêma Gozeldere defin kirin. Demek şûn ve bi hevalê wî re cenaze veguhestin û li Goristana Xerzan defin kirin. Piştî pevçûnê leşker pê li bedena Turan û hevalê wî yên hatine parçekirin kirin û poz dabûn. Rojnameya wê demê Ozgur Ulke di hejmara 7’ê tebaxa sala 1994’an de bi manşeta “Bila mirovahî şerm bike (İnsanlik Utansin)” bûyer û wî wêneyî serwîs kiribû û nemir kir. Ew wêne di bîra civakê de cihek xwe taze digire. Dayika Turan, Nuriye Turan rûpela rojnameyê ya ku wêneyê îşkenceya li kurê wê hatiye kirin weşandiye bi salan e hêj vedişêre.
MANŞET CUDA NE LÊ ZILM HEMAN E
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku li ser kevneşopiya Rojnameya Ozgur Ulke weşangeriya xwe didomîne, cenazeyê Turan jî ku di nav de ji derxistina 267 cenazeyan di hejmara 23’ê kanûnê de bi manşeta “Ne wîjdan heye û ne jî hiqûq” ji xwînerên xwe re serwîs kir. Piştî 23 sal manşetê rojnameya Ozgur Ulke û rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dişibin hev û carek din balê dikişîne ser heman wahşetê.
DAYIK TURAN: EM HÊJ ÇAWA DIJÎN NIZANIM
Nuriye Turan (68) derxistina cenazeyê ji gorê ya kurê xwe ji çapemeniyê hîn dibe û berteka xwe bi nîşandana rûpela rojnameyê ya 23 sal e veşartiye dide nîşandan.
Dayik Turan da zanîn ku rûpela rojnameyê ya ku wêneyê kurê wê weşandiye bi salan e bi ewle veşartiye û got: “Li gel van hemû êşan, heta îro çawa em dijîn ez jî nizanim.”
'23 SAL E EZ RÛPELA OZGUR ULKEYÊ VEDIŞÊRIM’
Turan destnîşan kir ku li dijî ewqas mirin, îşkence û koçberiyê bîra xwe zindî digire û tiştên ji roja ewil heta roja îro tiştên qewimîne ji bîr nekiriye. Turan anî ziman ku piştî mirina kurê xwe li gel hevjîn û 5 zarokên xwe diçin Stenbolê û rûpela Ozgur Ulke dide ber dilê xwe û demek dirêj lê dinêre û wiha dilorîne: “Berxikê dayika xwe ez ewqas ez li ser çiyayan û zozanan geriyam lê min te nedît.”
Dayik Turan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev wêneyê hûn dibînin di salên 90’î de demek ku li her derê kuştin hebû rojnamegerên wek we wêrek di rojnameyê de hatibû weşandin. Piştî qetilkirina kurê xwe em salek şûn ve çûn Stenbolê û min wêne tesadufî di rojnameyê dît û nas kir. Min vê rûpelê jê kir û 23 sal e vedişêrim. Wek ku kurê min duh hatibe kuştin îro heman êşê dikişînim. Min wan gorên hundirê wan hatine valakirin dît, min dît ku carek din heqaret li kurê min hatiye kirin. Li gerîlatiyê hêj du salên wî xelas nebûbûn, pişt re hat kuştin. Wê deme li Tetwanê bi sedan mirov hatin ba hev lê destûr nedan. Çareya herî dawî bavê wî û du hevalên xwe çûn herêma Gozelderê û cenaze li gundekî definkirin. Karê me sereke ew e ku em serî li saziyên pêwend bidin û cnezeyên xwe carek din hildin.”
‘HEMAN ÊŞAN BI ME DIDIN DÛBARE KIRIN’
Bavê Turan, Yusuf Turan (80) jî bi salan e êşa ku dijî bi helbatan tîne ziman. Bav Turan li gel kurê xwe ji Hozan Mizgîn bigire heta komkujiya Roboskî bi sedan helbest nivîsandiye.
Bav Turan da zanîn ku ew derxistina cenazeyê kurê wî ya ji gorê bi riya çapemeniyê jî agahdar bûye û helbeta li ser Hozan Mizgîn nivîsandiye xwend. Her çiqas hevjîna wî Nuriye Turan jê re dibêje helbeta te “Li ser Fedekar çêkiriye bixwîne” jî lê ji ber xemgîn dibe qirik lê tê girtin û naxwîne.
Turan destnîşan kir ku cenazeyê kurê xwe li gel zext û zehmetiyên mezin defin kirine û got: “Bi salan berê cenazeyê kurê min û du hevalê wî me ji neçarî li cihek nêzî ku jiyana xwe ji dest dabûn defin kir. Cihê me dixwest em cenaze defin bikin nehiştin. Pişt re em hîn bûn cenaze li cihê hatiye definkirin jî hatiye veguhestin. Gora kurê min li Goristana Xerzanê bû. Maneya ku dubare dubare heman êşê bi me didin kişandin çi ye?”
MA / Nîmet Olmez