STENBOL- Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, diyar kir ku bi KHK’ya dawîn re dê rêxistinên wek Ocaxên Ulkuyê, Ocaxên Alperanan, Tevgera Taybet a Gel (HOH) û kesên wek Sedat Peker bi awayekî azad mafê êrîşkirinê di xwe de bibînin. Keskîn wiha got: “Di rewşeke wisa de em hemû di talûkê de ne. Ewlehiya me tu kesî tune ye.”
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Jimare 696’an nirxand. Keskîn dest nîşan kir ku gelek madeyên KHK’a dawîn rêgeza dewleta huqûqê ne û bi awayekî aşkere berdewamiya Teşkîlat-i Mahsûsayê ye. Keskîn got ku Teşkîlat-i Mahsûsa teşkîlateke taybet e ku ji aliyê feraseteke îttihatkar a sûcdarê qirkirina ye. Keskîn got ku bi vî awayî tê xwestin ku ev mantiq bê qanûnîkirin.
Keskîn bi lêv kir ku gelek madeyên şibî vê, derî peymanên navnetewî yên Tirkiyeyê îmze kirine di vê biryarnameyê de cih digirin û ev tişt gotin: “Tirkiye, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) îmze kiriye. Di vê peymanê de bi tu awayî qedexeya îşkenceyê nayê hilawistin. Lê belê Tirkiye di dema darbeyê de PMME’yê hilawist û ev yek ragihand Konseya Ewropayê. Lê belê bûyerên mirin û kuştinê bi temamî derî vê yekê ne. Me dît ku serê leşkeran hat jêkirin. Nexwe ev tê wateya ku hûn îşkenceyê rewa dikin. Tê wateya hûn ceza nadin îşkencekar. Ev yek bi tu awayî nayê taloqkirin, nayê astengkirin. Wê ev yek bibe sedem ku di navbera Tirkiye û Konseya Ewropayê de pirsgirêkên cidî xwe bidin der.”
Keskîn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hin rêxistin hene ku xwe di ser hêza dewletê re dibînin.
‘DIXWAZIM BIKIM GAZÎ Û HAWAR’
Kesekîn, diyar kir ku bi KHK’ya dawîn re dê rêxistinên wek Ocaxên Ulkuyê, Ocaxên Alperanan, Tevgera Taybet a Gel (HOH) û kesên wek Sedat Peker bi awayekî azad mafê êrîşkirinê di xwe de bibînin. Keskîn got ku di rewşeke wisa de jiyana her kesî di talûkê de ye.
Keskîn ev tişt gotin: “Ewlehiya me tu kesî tune ye. Bi rastî jî diwazim bikim gazî û hawar. Divê mirov bangî kesên li cîhanê ev peymana navnetewî amade kirine bike. Çimkî li vê erdnîgariyê ewlehiya me tu kesî tune ye.”
Keskîn, balê kişand ser pêkûtiyên piştî 15’ê Tîrmehê xwe dan der û bi lêv kir ku fikra wê ew e ku beriya her tiştî AKP bi xwerexnekirinê rûxalî xwe bibe. Keskîn wiha got: “Demekê AKP’yeke ku digot serdema ‘Torosên Spî’ qediya hebû. Lê îro AKP’yeke ku bi serdema “Torosên Spî” li hev kiriye heye. Beriya her tiştî divê AKP hevrûyê xwe bibe.” Keskîn got ku ev rêveçûyîn ne tu rêveçûyîn e û zaf talûke ye û wê tu carî nedîtiye ku bi qasî niha şidet hatiye rewakirin û wê roj bê dê ev şidet li her kesî bixe.
‘LI CEM DEWLETÊ BE XELATÊ WERGIRE’
Keskîn diyar kir ku bi vê KHK’ê re heke malbatên ku zarokên wan di tevgera li dijî terorê de jiyana xwe ji dest dabin, bixwazin wê zarokên wan neçin leşkeriyê û wiha got: “Em dikarin bêjin ku sîxuriyeke ku li ser êşa sivîlan xwe dide der heye. Lê dema em vê yekê di tevahiya KHK’ê de bifikirin, tê gotin ku ‘Di her warî de li cem dewletê be û xelatê wergire.’ Hûn nikarin vê yekê ji welatiyekî ji rêzê re bibêjin. Ev yek tenê di avaniyên dewletên totaliter de pêkan e.”
Keskîn diyar kir ku li vê erdnîgariyê tu carî pêvajoyeke ku fikrên cuda tên çewisandin, rewakirina şidetê pêk nehatiye. Keskîn dest nîşan kir ku heke Tirkiye bi vê mantiqê dewam bike dibe ku şerê navxweyî xwe bide der. Keskîn got ku Tirkiye ber bi noqteyeke baş ve naçe.
MA / Muhammed Dogru