MÊRDÎN - Serokê Federasyona Komaleyên Sûryaniyan Evgîl Turker anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandoreke neyînî li ser Suryaniyan jî dike û wiha got: “Heta dawî li pêvajoya şer û pevçûnê neyê, wê suryanî venegerin ser axa xwe. Dive tecrîd bê rakirin û bi Ocalan re hevdîtin pêk bê.”
Ji 5 Nîsana 2015’an ve Heyeta Îmraliyê, ji 11 Îlona 2016’an ve jî malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare pê re hevdîtinê çê bike û roj bi roj tecrîd tê girankirin. Serokê Komaleyên Federasyona Sûryaniyan (SÛDEF) Evgîl Turker nerazîbûna xwe ya li hemberî tecrîdê anî ziman û got ku sûryaniyên bi salan ji axa xwe dûr mane dema pêvajoya çareseriyê vegeriyan, lê belê bi destpkirina pêvajoya şer û pevçûnî carek din ji neçarî koç kirin. Turker da zanîn pirsgirêka kurd pirsgirêka sereke ya li Tirkiyeyê ye û wiha got: “Tecrîdkirina Ocalan, kelepçekirina vîna bi milyonan kesî ye.”
‘HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE JI BO HEMÛ GELAN CIHÊ HÊVÎ BÛ’
Turker bal kişand li ser giringiya pêvajoya aştiyê û bandora wê ya li ser sûryaniyan û wiha axivî: “Hevdîtinên bi Ocalan re ji bo hemû gelan hêviyek mezin bû. Hêviya bidawîbûna şer û pevçûnê û jiyana bi hevre bû. Gelê sûryanî bi salan bi jiyana koçberî ya bi darê zorê re rû bir û man. Nêzî 300 hezar sûryanî derketin derveyê welat û li Ewropayê dijîn.”
‘JI BO VEGERÊ DIVÊ DAWÎ LI PÊVAJOYA ŞER BÊ’
Turker bi bîr xist ku ji be rpêvajoya şer dîsa ket rojevê Suryanî carek din berê xwe dan welatên Ewropayê û ev tişt gotin: “Cara duyem koçberî li wan hat ferzkirin. Pêvajoya şer vegerê da sekinandin. Her wiha êdî kes nayê serdanê jî. Darbeya 15’ê Tirmehê û pişt re darbeya sivîl ya 20’ê Tirmehê, girtina parlementerên HDP’ê û hevşaredaran, bi riya qeyûman desteserkirina şaredariyan, şer û pevçûnên her diçe kûr dibe, Suryaniyan ji axê wan dûr xist. Ji bo vegera Suryaniyan divê şer û pevçûn bi dawî bibin.”
‘HEYA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE…’
Turker balê kişand ser polîtîkayên hikûmetê û siyaseta tê meşandin û axaftina xwe wiha domand: “Sûryanî bi gelê kurd re li ser heman erdnigariyê dijîn û tesîrê jê digire. Heya pirsgirêka kurd çareser nebe, xweşî pêk nayê û em bawer nakin demokrasî ava bibe. Di pêvajoya aştiyê de hêviyên gel hebûn. Di encamê dê aştî pêk nehat.”
‘HÊVIYÊN GELAN JI OCALAN HEYE’
Turker anî ziman Ocalan vîna gelê kurd e û hêviyên gelan ji Ocalan heye û wiha pê de çû: “Em bi gelê kurd re dijîn, ji ber vê yekê hêviyên me jî mezin in. Divê demildest tecrîd bê rakirin û bi Ocalan re hevdîtin çê bibin. Şer çi qas kûr bibe sûryanî jî ewqas ji axa xwe dûr dikevin. Sûryaniyên li ser axa xwe bimênîn jî bi awayekî diltirsî dimînin. Şer kûr bibe wê pirsgirêkên girantir jî bi xwe re bîne. Li salên 90’î binerin, dema kuştinên kiryar nediyar nêzî 15 salan sûryanî nehatin li ser axa xwe. Şer hilweşandin e. Sûryanî ji şer direvin. Li Rojava di bin navê Meclisa Leşkerî ya Sûryaniyan de xwe parastin, lê dîsa koçberî çê bû. Ji ber ku sûryanî gelek êşa şer û hilweşandinê kişandine.”
‘HEKE HÊVDÎTIN PÊK WERE…’
Turker herî dawî tecrîdê bi gotina “Xetere” nirxand û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dema hevdîtin pêk dihat civak rehet bû. Bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê nebûn û encam nehat wergirtin. Heger hevdîtin pêk were, civak dê rehet bibe. Em Suryanî ji bendewarê hevdîtinê ne. Heger hişmendiya dewletê hizra pêşeroja Tirkiyeyê bike, dê demildest tecrîdê rake û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.”
MA / Ozgur Paksoy - Gokhan Altay