WAN - Qeyûmê tayînê Şaredariya Artemêtê ya DBP'ê hat kirin, di salekê de çi qas projeyên der barê jinan de hebûn hemû betal kirin û deriyê hemû saziyan qefiland kir. Hevşaredar Sevîl Rojbîn Çetîn pêvajo nirxand û wiha got: "Hemû tiştên aydê kurdan ji holê radikin, lê dê bi ser nekevin."
Salek e qeymeqaymê navçeyê Atîf Çîçekli wekî qeyûm tayînê Şaredariya Artemêtê ya Wanê hatiye kirin. Gelek projeyên jinan, kreşên zarokan, atolyeyên kilîman, malên gel û parkên di serdema DBP'ê de hatibûn amade kirin, bi fermana qeyûm hemû hatin betalkirin.
HEMÛ XEBATÊN AYDÊ JINAN BETAL KIRIN
Di şaredariyê de beşa "Miduriyeta Polîtîkaya Jinan" hatibû vekirin, di vir de 2 civaknas û 3 jinên derûnînas xebat dimeşandin û bi hatina qeyûm re ev xebatkar ji kar hatin dûrxistin û destpêkê navê miduriyetê hat guhertin û navê "Miduriyeta Xizmetên Malbatî" lê hat kirin û li wir personelên mêr hatin bicihkirin. Êrîşên qeyûm ên li dijî jinan bi vê nema, kreşa zarokan a navê Taybet Înan a li Silopiyayê hat qetilkirin lê hat kirin, destpêkê tabeleya "Pêşdibistana Taybet Înan" hat daxistin û pişt re jî hat girtin.
PROJEYÊN JINAN DI HEDEFA QEYÛM DE NE
Şaredariya DBP'ê di bin navê "Dara Jiyanê" de li qadeke 9 hezar metreyî baxçeyek ava kiribû û 4 hezar metreyê vê ji bo fêkî û zebzeyan veqetandibû. Ev projeya xwe jî da ber destê 4 jinan. Lê qeyûm ev proje jî betal kir. Di çarçoveya projeyê de, berên ku dê ji hêla jinan ve hilberîna wan bihata kirin dê ji bo aboriya welatiyên xizan bihata pêşkêşkirin.
HEMÛ PROJE BETAL KIRIN
Rêveberiya qeyûm navê "Parka Aştî û Jinê" ya li TOKÎ'yên Artemêtê li ser qada 5 hezar metreyî ava kiribûn guhert, dîsa atolyeyên li taxên Emînpaşa û Çîçekliyê vekiribûn, ew jî girtin. Di van atolyeyên ku DBP'ê vekiribûn, qasî 100 jin têde dixebitîn. Bi sedan kargehên li ber Gola Wanê hatibûn vekirin, bi hatina qeyûm re tev hatin girtin.
KANIYA ARSHÎLE GORKY JÎ MIRÇIQANDIN
Kaniya wênesazê ermenî Arshîle Gorky ya li Taxa Dîlkaya ya Artemêtê di sala 2015'an de şaredariya DBP'ê çêkiribû, hem tabelaya wê hat rakirin û hem jî ava kaniyê hat miçiqandin.
Hevşaredara Artemêtê Sevîlay Rojbîn Çetîn, ya qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, aşkera kir ku şaredariya wan hatiye xespkirin, qeyûm jî memûrên dewletê ne û wiha axivî: "Memûrên ku wezareta karê hundur ew tayînkirin, vîna gel tune hesibandin. Ev xesp e. Bi îdiayên bê bingeh bi KHK'yan li cihê hevşaredaran memûr tayîn kirin. Ev êrîşeke bi zaneyî û birdozî ye." Çetîn destnîşan kir ku hemû xebatên wan bi destê qeyûm ve berdane û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê cara ewil pergala hevserokatiyê bi HDP û DBP'ê re hat. Bi rêya qeyûman êrîşeke cidî li dijî vîna jinê pêk hat. Tevahiya jinan hatin îxrackirin. Yên îxrac nekirin jî cihê wan guhertin."
Çetîn anî ziman ku hemû qeyûmên ku şandine herêmê ji şaredariyên li Tirkiyeyê piştgiriyê digirin û wiha domand: "Hemû qeyûmên AKP'ê yên li Wanê piştgirî ji şaredariyên AKP'ê digirin. Lê wekî ku vê yekê bi pereyên xwe dikin. Divê şaredarî li gorî gel û bi piştgiriya gel bê meşandin. Dibe ku şaredariyên gel hatibin xespkirin, lê dê gelê me dîsa vîna xwe bi dest bixe. Ev êrîş bi zanebûnî hatine kirin û birdoziyî ne. Lê li dijî vê jî têkoşîna gel pêwîst e."
MA / Ugur Atabay