AMED - 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, 10 sal ji Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî birîbû. Dadgehê hinceta vê biryara xwe daxuyand. Di biryarê de axaftinên Irmakê yên di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de wek sûc hatin derpêşkirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê, ji ber di navbera salên 2015-2016’an de di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de tev li meşên hatin lidarxistin û daxuyaiyên çapemeniyê yên hatin dayîn bûye, bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 10 sal ceza li Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê birîbû. Dadgehê hinceta vê biryara xwe daxuyand. Ji ber axaftinên xwe yên li mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên televîzyonê yên di navbera salên 2015-2016’an de li Amed, Şirnex û Colemêrgê hatibûn lidarxistin, bi 4 tawanbariyên cuda bi giştî bi daxwaza 105 salan cezayê girtîgehê doz li Irmaka ku di 4’ê Mijdarê de hat girtin û di Girtîgeha Kandirayê de ye hatibû vekirin. Doza Irmakê bi hinceta ewlehiyê ji Colemêrgê neqlî Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hatibû kirin. Di danişîna 6’emîn a dozê de ku di 3’yê Mijdarê de pêk hatibû de, bêyî ku gotina dawî ya Irmakê bê pirsîn û parêzer parêziyê bikin, bi giştî 10 sal cezayê girtîgehê li Irmakê hatibû birîn.
AXAFTINÊN WÊ, BEŞDARBÛYÎNA WÊ YA ÇALAKIYAN WEK ‘FEALIYETÊN PARTIYA SIYASÎ’ NEHATIN HESIBANDIN
Di biryara hat daxuyandin de, gelek daxuyaniyên çapemeniyê, meş û bernameyên televîzyonê yên Irmak di navbera salên 2014-2016’an de wek Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Şirnexê beşdarî wan bûbû û axivî bû, ji bo 15 caran tawanbariya “endamtiya rêxistinê” wek delîl hatin hesibandin. Di biryarê de hinceta 7 sal û 6 meh cezayê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Irmakê hat birîn jî axaftin û beşdarbûyîna wê ya 15 çalakiyên ku di navbera 2015-2016’an de hatine lidarxistin hat nîşandan. Ji van 15 çalakiyên Irmak beşdarî wan bûye û wek sûc hatine hesibandin, 9’ê jê di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de bûn.
Di biryarê de hinceta 2 sal û 6 meh cezayê ku bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” li Irmakê hat vekirin jî, axaftinên wê yên ku di 9 çalakiyên cuda de kirine hatin nîşandan. Her wiha di 15’ê Sibata 2015’an di salvegera anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de Irmakê li Amedê axaftinek kiribû ji ber vê axaftina wê bi tawanbariya “pesinandina sûc û sûcdar” doz hatibû vekirn, lê belê hat diyarkirin ku vê axaftina wê ya navborî tu talûkeyê nade der û di çarçoveya azadiya ramanê de hat hesibandin û biryara beraetê hat dayîn.