NAVENDA NÛÇEYAN - 12 baroyên herêmê 2 KHK yên duh hatin weşandin şermezar kirin û diyarkirin ku biryara cilên yek tîp li dijî rûmetae mirovahiyê ye.
Baroyên Wan, Amed, Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîk, Dersim, Colemêrg, Qers, Mûş, Riha û Şirnexê têkildarî 2 KHK'ên bi hêjmar 695 û 696'ê di rojnameya fermî de hatin weşandin û cilên yek tîp kirin qanûn daxuyanî dan. Baroyan biryara cilên yek tîp û pêkanînên din şermezar kirin û diyar kirin ku biryara cilên yek tîp li dijî mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ye. Baroyan, diyar kirin ku 2 KHK'ên hatin weşandin tu eleqeya wan û OHAL'ê bi hev tune ye. Baroyan di daxuyaniya hevpar de wiha got: "Cilên yek tîp dê zerarê bide aştiya civakî. Di qanûna bingehîn de tê gotin ku divê li kesî îşkence û zordarî neyê kirin. Divê li dijî rûmet û haysiyeta kesan tundî neyê pêşxistin. Li gorî xala zagê biryara cilên yek tîp li dijî rûmeta mirovahiyê ye.
Di demên borî de piştî darbeya 12'ê îlonê xistin meriyetê, lê tu encam negirt. Cerebeyên bi êş derketin pêş. Ev yek dê hem aştiya civakê xera bike û hem jî dê rûmeta mirov bişkîne. Li aliyê din hêj girtiyên ku darizandina wan berdewam dike û ceza nexwarine hene. Bi taybetî cilên ku li van kesan bên kirin li dijî mazlûmî û mahsûmiyê ye.
BI LEZGÎN OHAL'Ê RAKIN
Baroyan bal kişand ser OHAL'ê jî xwest ji bo aştiyek mayinde û aramî pêş bikeve bi lezgîn OHAL'ê rakin. Baroyan, anîn ziman ku zêdeyî 17 mehin OHAL li heremê di meriyetê de ye û ev yek zerarê dide aştiya civakî û xwest OHAL bê rakirin.