DÊRAZOR – Li Dêrazorê hêzên leşkerî ya Rêjîma BAAS dîsa di bin navê noqteyên QSD’ê de sivîlan topbaran dike.
Pêngava Bagêra Cizîrê di roja 106’an de bi pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) didom e. Lê Rejîma BAAS wek e piştgiriyê dide DAIŞ’ê dîsan bi tang û topan êrîşên noqteyên QSD’ê û gundê ku sivîl lê dijîn dike. Rejîma BAAS bi topan êrîşê noqteyên şervanên Pêngava Bagêra Cizîrê ya li gundê Daban pêşve çûye kirin, yek sivîl 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn. Hat diyarkirin ku Rejîma BAAS di vê hefteyê de cara sêyemîne êrîşê gundên ku hêj sivîl lê dijîn û noqteyên şervanên Pêngava Bagera Cizîrê dike.