AMED - HDP û DBP’iyan, ji bo girtiyên siyasî kartên sersalê şandin. Pariyên xwestin daxuyanî bidin rastî astengiyên polîsan hatin.
Bi pêşengtiya endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê yên Amedê, ji bo girtiyên siyasî kartên sersalê hatin şandin. Endamên partiyan ên Hevserokên HDP’ê yên Amedê M.Şerîj Çamçi û Fîlîz Buluttekîn, hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça jî heyî li ber Şaxa PTT’ê ya Yenîşehîr kom bûn û ji girtiyan re kartên sersalê şandin.
POLÎS DESTÛR NEDA DAXUYANIYÊ
Endamên partiyan berî kartan bişînin xwestin daxuyanî bidin, lê polîsan destûr nedan û nîqaş derket. Di nîqaşa derket de Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Di salên 80’iyê de jî me ev rewş dît û jiya. Îro ji salîn 80’iyan zêdetir rewşeke xerab heye. Emê bi tu awayî vê rewşê qebûl nekin. Em van helwestan şermezar dikin.”
Piştî kar û barên şandina kartan, endamên partiyan ji PTT’ê veqetiyan.