STENBOL - Însiyatîfa Piştgiriya Bi Girtiyan re (TDÎ) û endamên Platforma Em ê Destûrê Nedin Cilên Yek Reng (TTEP), li ber Girtîgeha Bakirkoyê bertek nîşanî pêkanîna cilên yek reng dan.
Hikumeta AKP'ê bi pêkanînê nû zext û îşkenceya li girtîgehan dixwaze berfireh bike. Saziyên wekî Însiyatîfa Piştgiriya Bi Girtiyan re (TDÎ) û endamên Platforma Em ê Destûrê Nedin Cilên Yek Reng (TTEP), ji bo balê bikişînin ser Biryarên Di Hukmê Qanûnî (KHK) yên bi hejmara 695 û 696, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Çalakvanan xwest pankartê vekin, lê polîsan nehişt.
Ummuhan Ozdemîr daxuyanî xwend û aşkera kir ku KHK'ên bi hejmara 695 û 696 derketine, bêhiqûqiya hiqûqe tê nivîsandin û ev tişt got: "Helwesta keyfî derketiye asta herî jor. Di serî de îxrac, saziyên hatine girtin, peymana ezmûna bi merc a ji bo taşeronan, cilên yek reng, hemû bi van KHK'an digihînin encamê. Em ne xerîbê van qanûnan e, bi qanûnên tûrikî di her serdemê de çand, bawerî, ziman hwd. tune dikin. Dema ew jî nabe bi polîtîkaya pişafrtinê ji cewhera wê dûr dixin."
'PIŞTA HÊZÊN PARAMILÎTER MIZ DIDIN'
Ozdemîr diyar kir ku bi vê pêkanînê re ji xwe mafên girtiyan ên tuneyî jî ji destê wan hat girtin û wiha pê de çû: "Pêkanîna cilên yek reng a li ser girtiyan nayê qebûlkirin. Bi vê dixwazin êrîşên li dijî girtiyan zêde bikin û çavê yên li derve bitirsînin. Dîsa bi qanûna nû re pişta hêzên paramîlîter mizdidin û sûcên ku ew bikin bê ceza dihêlin."
Ozdemîr aşkera kir ku ew wekî malbatên girtiyan, ew ê teslîmê KHK'an nebin û serê xwe li ber tu zextan netewînin.
Daxuyanî bi dirûşma "Em ê destûrê nedin cilên yek reng" bi dawî bû.