STENBOL - 5'emîn danişîna doza rojnameya Cumhuriyetê ya 4 xebatkarên wê girtî û 20 kes tên darizandin, dest pê kir. Berî danişînê rojnameger û parêzeran daxuyanî dan û 2 KHK'ên ku nû derxistin wekî "Bizmarê dawî yê li darbesta hiqûqa dewletê xistin" pênase kirin. Ahmet Şik ê dihat darizandin, piştî dest bi parastinê kir ji salonê dexistin.
Berî ku 5'emîn danişîna doza rojnameya Cumhuriyetê ya 4 xebatkar, 18 nivîskar, xêzker û xebatkarê wê tên darizandin dest pê bike, bi beşdariya gelek rojnameger û parêzeran li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan.
Di çalakiya pankarta "Edalet" hat vekirin de, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu axivî û Biryara Di Hukmê Qanûnî ya bi Hejmara 696'an û xala 121'an rexne kir û aşkera kir ku ev xal sûcan zêde bike û wiha axivî: "Bi xala KHK'ê ya dibêje 'Beyî ku rengdêriyekê bigire an jî peywireke fermî anîbe cih an neaniye li ber çavan bê girtin, kesên li dijî çalakiyên terorî û hewldana derbeya 15.07.2016'an derkeve û bitepisîne, ji ber tevgerên wan dê di warê hiqûqî, îdarî û malî de ceza neyê danîn', bi vekirî bêjim ev hiqûq tune. Ev yek dê kuştinan zêde bike."
Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran jî aşkera kir ku bi van her du KHK'an re bizmarê dawî li tabûta hiqûqa dewletê hatiye xistin. Serokê Giştî yê Basin-Îşê ya girêdayî DÎSK'ê Faruk Eren jî destnîşan kir ku Akin Atalay û Murat Sabuncu 421, Ahmet Şik 360, Emre Îper jî 263 roj in girî ne û wiha axivî: "Her kes jî dizane doza der barê rojnameya Cumhuriyetê de hatiye vekirin, girtin û lêpirsînên heyî hemû derewin."
ŞIK JI DANIŞÎNÊ DERXISTIN
Di çarçoveya dozê de rojnamegerê girtî Ahmet Şik dema parastin dikir, serokê dadgehê ferman da ku Şik ji salonê bê derxistin û parastina Şik di nivî de birîn ew ji salonê derxisitn. Li ser vê kesên di salonê de bûn serokê dadgehê şermezar kirin. Dirûşmên "Dê Ahmet derkeve û dîsa binvîse" berz kirin.