EDENE - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş pêkanîna "Cilên yek reng" wekî "kuçeya girtî" pênase kir û wiha got: "KHK'a bi hejmara 696'an cezakirinê ji holê radike. Mirinan rewa dike û kesan teşwîqî sûc dike. Ev yek dê pêşî li mirinan veke. Desthilatdarî cezayan rewa dide nîşan."
Piştî Rewşa Awarte (OHAL) îlan kirin, di pêşengiya Lijneya Wezîran de Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) ya bi hejmara 696'an amade kirin û pêkanîna "Cilên yek reng" bi qanûnî derxistin. Bertekên li dijî vê pêkanînê dewam dikin.
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Meral Daniş Beştaş, da zanîn ku bi rêya OHAL'ê muxalefetê bê deng dikin û wiha axivî: "Pêkanîna cilên yek reng di hiqûq, qanîn û wijdana mirovan de cihê xwe tune."
'KUÇEYEKE KU KES NIKARE JÊ DERÊ'
Beştaş destnîşan kir ku di derxistina KHK'an û di pratîkê de aliyê diyarker Serokomar Tayyîp Erdogan e û ev tişt got: "Bi taybetî di pêkanîna cilên yek reng de divê ji xwe re dersekî derxe. Hêj dîmenên bi cilên binî yên di dadgehan de hatine kişandin di hişê me de ye. Me salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê nû derbas kir. Bi sedan girtiyan li girtîgehan di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan û dîsa jî paşve gav neavîtin. Ev kuçeyeke ku kes nikare jê derkeve."
'BÊ CEZA MAYÎN DÊ SÛCAN ZÊDE BIKE'
Beştaş der barê xala ku di naveroka xwe de "Beyî ku rengdêriyekê bigire an jî peywireke fermî anîbe cih an neaniye li ber çavan bê girtin, kesên li dijî çalakiyên terorî û hewldana derbeya 15.07.2016'an derkeve û bitepisîne, ji ber tevgerên wan dê di warê hiqûqî, îdarî û malî de ceza neyê danîn" di nava xwe dihewîne jî rawestiya û aşkera kir ku ev xal sûc rewa dike û wiha axivî: "Kesê di têkoşîna li dijî terorê de cih digire, dê ceza nedin wan. Wan ji ceza dûr dixin. Ev jî bi vekirî mirinan teşwîq dike. Ev sererastkirineke gelekî xeter e. Şer pîroz dike, mîlîtarîzmê pîroz dike û ceza li kesî nabire."
Beştaş bang li AKP'ê kir ku dest ji vê pêkanînê berde, xwest eniya demokrasiyê li dijî vê derkeve.
'DIXWAZIN MUXALEFETÊ BITENGIJÎNIN'
Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edneyê Prz. Tugay Bek, da zanîn ku desthilatdarî dixwaze li girtîgehan hêrsê zêde bike û ev tişt anî ziman: "Bi gengeşiya ku derdixin dê bêjin 'Mêze kin e têkoşînê didin. Hûn alîgirê terorê ne? An alîgirê me ne?' Dê bi vê rewşê muxalefetê bitengijînin û qada wan teng bikin."
Bek diyar kir ku bi pêkanîna cilên yek reng re, Guantanamo û derbeya 12'ê Îlonê ya li Tirkiyeyê hatiye bîra wî û wiha pê de çû: "Dê bi pêkanînê re çalakiyên li girtîgehan dest pê bikin. Dosyayên kesên girtî yên li dadgehan dê bêyî kesê tê darizandin bên dîtin. Ev li dijî darizandina adil e."
'BI VÊ QANÊ EVDAN DIXULIQÎNIN'
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Edeneyê Alî Tanriverdî jî pêkanîn li dijî azadiyê dît û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi zorê dema cilan li girtiyan bikin dê di warê derunî de tundiyê li ser wan ferz bikin. Di 12'ê Îlonê de berxwedanek mezin derket holê û rojiyên mirinê dest pê kir. Heke di vê de israr bikin, dê komkujiyên nû li girtîgehan biqewimin."
Tanriverdî destnîşan kir ku bi vê pêkanînê dixwazin vînê bişkînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi vê qanûnê dixwazin pergala evdbûnê ava bikin. Em wekî rêxistinên mafên mirovan vê yekê wekî binpêkirina mafan dibînin. Em ê destûrê nedin vê qanûnê."