AMED - KCD'ê di 6'emîn salvegera komkujiya Roboskî de 34 welatiyên jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got ku ew ê komkujiya Roboskî ji hişê gelê kurd û gelên cîhanê dernakeve û dê nedin jibîrkirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 6’emîn salvegera komkujiya Roboskî ku 34 welatî ji aliyê balafirên TSK’ê ve hatin bomberankirin û jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:
“Komara dewleta Tirkiyeyê ji damezrandina xwe heta niha ligel polîtîkayên dijminatî û pişaftinê yên li hemberî gelê kurd meşandiye, bêhejmar komkujî jî pêk aniye. Yek ji van komkujiyan a ku em bûne şahidê wê di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê ya Qilabana Şirnexê ye. Balafirên şer ên tirk li ser serê welatiyan bombe barandin û di encama vê bombebaranê de bedena 34 ciwanên kurd wesle wesle kirin. Serokwezîrê wê demê di daxuyanşya ewilî de li xwe mikur hatibû ku wî ferma vê komkujiyê daye. Ev ji nîşan dide ku ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye.
Ligel ku di ser komkujiyê re 6 sal derbasbûne jî heta niha derbarê yên ku ferman dane û ev ferman bi cih anîne de tu tiştek nehatiye kirin. Her wiha ser ‘lêpirsînên’ ku hatine destpêkirin girtin û ev dosya jî xistin nav dosyayên ‘kujer nediyar.’
Komkujiya Roboskê, ji komkujiyên ku heta niha li ser gelê me hatiye meşandin yek jê ye. Piştî komkujiya Roboskê êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me zêdetir bûn. Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed, Dîlok û hwd. komkujiyên bêhejmar pêk anîn.
Êdî derket holê ku ev hemû pêkanînên wekî polîtîkaya dewletê pêk hatin, di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi şikandina vîna wê serî li ber sîstema dagirkerî ya heyî bitewînin, pêkanîn.
Lê belê dîroka têkoşîna gelê me bi awayekî eşkere nîşan daye ku ev êrîş û komkujî nikare vîna gelê me bişkîne û nikare pêşiya biryarbûna gelê me ya xwedî li vîna xwe derdikeve û bihêzbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê bigire. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya gelê kurd ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyek.
Wexta em li dîrokê dinêrin komkujî û sûcên mirovahiyê, ji hêla kê ve hatiye dikirin bila were kirinhatine darizandin. Kujer çiqasî derfetên îktîdarê bi kar tînin, hewl didin ji darizandinê xwe xelas bikin jî teqez ew ê li ber edalet û daraza gel hesabê sûcê mirovahiyê bidin.
Ne mumkun e ku komkujiya Roboskê û komkujiyên din ji hişê gelê me û gelên dinyayê derxînin û nikarin bidin jibîrkirin. Îro daxuyaniyên lanetkirina komkujiya Roboskê yên ji çar hêlên dinyayê tên weşandin hestyariya gelan a li hemberî vê komkujiyê nîşan dide û her wiha tê xwestin ku berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.
Ev tevkariya neteweyî û ya navneteweyî di encama têkoşîna biryarbûnî ya gelê me de derketiye holê. Em di wê baweriyê de ne ku rojên ku bwerpirsên komkujiya Roboskê hesab bidin nêzîk e.
Bi vê bîr û baweriyê em 6’emîn salvegera komkujiya Roboskê careke din bi tundî lanet dikin. Rehma Xwedê li 34 ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane be. Di serî de ji malbata wan û gelê me re banga me ew e ku bi sebreke mezin vê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Gelê me û raya giştî ya navteweyî bi hêzeke xurt beşdarî çalakî û bîranînên di 6’emîn salvegera komkujiya Roboskê de pêk bên bibin. Em têkoşîna ji bo hesab ji berpirsyarên komkujiyê bê xwestin hatiye destpêkirin bi dildarî silav dikin."