AMED - Xewn, xeyal û daxwaza sed salan a kurdan yekîtiya neteweyî carek din li Amedê bi beşdariya gelek sazî, dezgeh, şexsiyet û kesên ronakbîr hat nîqaşkirin. Di civînê de li ser gelek mijarên girîng ên bi serê kurdan re derbas dibin hatin niqaşkirin. Piştî niqaşan koma dê xebata yekîtiyê bide meşandin hat hilbijartin. Di niqaşa hevpar de carek din hat gotin ku yekîtiya neteweyî ji bo gelê kurd wek nan û av ferz e.
Xewn û xeyala herî mezin û daxwaza bi sedan sal a kurdan yekîtiya neteweyî ye. Di sedsalên derbasbûyî her cara ku kurd li ji bo yekîtiyê kom bûn û xwestin yekîtiya xwe ava bikin, lê rastî astengiyên cuda hatin û ev yek pêk nehat. Peşk li avakirina yekîtiyê ket. Sazî, dezgeh û kesayetên kurd ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd carek din zend û bendên xwe girê dan. Bi civîn ango didara “Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” li Otêla Demîr a li navçeya Sûrê ya Amedê kom bûn. Ji Colêmêrgê bigire heta Stenbolê gelek kesayet beşdarî civînê bûn. Beşdar li dora diwanek çar goşe kom bûn û her beşdarek gelo “Em ê ji bo yekîtiya neteweyî gelo tiştek çawa bêjin û tişta em bêjin bila bibe feyde” di serê wan de diçû û dihat. Axir civîn bi axaftina Wekîlê HDP’ê Osman Baydemîr û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk dest pê kir.
DI CIVÎNÊ DE HER KES HEBÛ LÊ CIWAN TUNE BÛN
Ji 100 kesî zêdetir ku ji serokên partiyan, parlamenter, siyasetmedar, jin, Dayikên Aştiyê, nivîskar, ronakbîr, hiqûqnas, bijîşk, şaredarên berê, aktîvîstên mafê mirovan, karsaz, oldar, bawermend, lêkolîner, dîroknas û gelek kesên din beşdarî civînê bûn. Her çiqas beşdarî xurt bû jî lê balkêş bû ku ciwan beşdar nebûne û beşdariya jinan jî kêm bû. Ji her nêrîn, raman û siyaseta cuda beşdar yek bi yek mafê axaftinê girtin. Nêrînên xwe der barê hiş û ruhek neteweyî de anîn ziman. Bêguman rexnedayîn û rexnekirin jî di civînê de hebûn. Sazî û dezgehên gelê kurd ku heta niha yekîtiyê pêk ne anîne hatin rexnekirin. Kêmasiyên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rêxistinên çekdarî yên kurd ên ji bo avakirina yekîtiyê hatin vegotin. Behsa hêza leşkerî, dîplomasî, siyaset û nifûsa kurdan jî hat kirin.
Şaşîtiyên ji dîrokê heta niha ku qewimîne û pêvajoyên girîng ku kurd têde derbas bûn hat axivîn û nîqaşkirin. Hin mijarên ku zêde hatin axaftin û nîqaşkirin hêjayî nîvîsandinê ye û wiha ne:
‘KURDISTAN DILÊ ME YE’
Nîqaşa “Kurdistan” a li Meclîsa Tirkiyeyê û pişt re ku ceza li Parlamenter Osman Baydemîr hat birîn. Li ser vê mijarê her beşdarvanê ku behs kir gotin “Çi dibe bila bibe divê ku em bi ruhek netewî li dijî vê yekê derbiketina. Kurdistan dilê me ye.” Her wiha hat diyarkirin ku divê wan bi nexşeya “Kurdistan” bertek nîşanî Meclîsê û tevahiya cîhanê bidana. Di serî de behsa gur û gefên Tirkiyeyê û gelek dewletên ên li dijî kurdan hat kirin û li dijî vê nerazîbûn di asta herî jor de bûn. Mijara bi îlankirina Rewşa Awarte re li bajarên kurd û Tirkiyeyê operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd û siyaseta kurd pêk hatin rexnekirin. Erênî û neyîniyên referandûma “serxwebûnê” ya li Herêma Federe ya Kurdistan pêk hat jî yek ji mijara herî zêde li sere hat rawestandin. Piştî vê pêvajoyê qonaxê kurd têde derbas bûn jî hatin şêwirîn.
KOBANÊ MÎNAK HAT NÎŞANDAN
Di şerê Kobanê de têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hat meşandin wek mînaka rûhê yekîtiya neteweyî hat nîşandan. Li ser modela li Rojava bi dirêjahî hat sekinandin û geşedanên li Başûr, Bakur û Rojhilatê welat jî hatin axivîn. Zimanê sazî û dezgehên kurdan û çapemeniya kurdan ku tê bikaranîn rê li ber rexneyên mezin vekir. Hat xwestin ku zimanekî netewî û zimanê çapemeniyê ji bo avakirina yekîtiyê bibe zimanek hevpar û dev ji zimanê tûj bê berdan. Xalek sereke jî zêde hat nîqaşkirin pişaftin zimanê kurdî bû û hat xwestin rê li ber polîtîkayên pişaftinê bên girtin.
HER BEŞDARVAN GOT ‘YEKÎTÎ’
Her beşdarekî civînê di her hevoka ji devê wî/wê derdiket de daxwaza ewil “yekîtiya gelê kurd bû” û li şûna berjewendiyên takekesî divê berjwendiyên netewî bên parastin. Hin beşdaran da zanîn ku yekîtî û li hev kirina kurdan di xewnên şevan de jî tê bîra wan.
PIRSGIRÊKÊN NAV PARTIYAN HAT REXNEKIRIN Û NÎQAŞKIRIN
Gelek beşdaran daxwaz û pêşniyar kir ku ewil li her perçeyek Kurdistanê yekîtî û tifaq pêk bê xebat bên kirin û pişt re gelê kurd di bin sîwana yekîtiya neteweyî de li hev kom bibe. Hat xwestin ku li dijî her cure zilm û zordariya li ser gelê kurd bê derketin û nasname û vîna gelê kurd bê parastin. Beşdaran pirsgirêkên di nav partiyên siyasî yên gelê kurd jî rexne kir û got ku divê beriya her tiştî pirsigrêkên di nav partiyan de bên çareserkirin. Her wiha hat xwestin ku komên oldar jî di nav xebatên yekîtiyê de cih bigirin.
YEKÎTÎ PÊDIVIYEK JIYANÎ DERKET PÊŞ
Dema dayikên beşdar axivîn û der barê yekîtiya gelê kurd de nêrînên xwe anîn ziman her kes bi baldarî guhdar kir û dilê wan hin bêtir ji bo tifaqa gelê kurd lê dida. Dayikan da zanîn ku ji bilî yekîtiyê tu şansê gelê kurd tune ye û divê bive nebe kurd yekîtiya xwe ava bikin. Ji nêrîna beşdarvanan carek din bi zimanekî aşkere derket holê ku ji bo kurdan yekîtiya neteweyî wek nan û avê ferz e û divê yekîtiyê ji xwe re bikin derdê herî mezin.
KOMEK BI TECRÛBE HAT HILBIJARTIN
Di encama nîqaş û pêşniyarên tevahiya rojê de ji bo xebatên yekîtiya neteweyî bi leztir bên meşandin komek zêdetirî ji 20 kesan hat hilbijartin. Dê ji îro şûn ve li ser navê vê civînê ev kom xebatên yekîtiyê bide meşandin. Di nav komê de gelek siyasetmedar û ronakbîrên ji bo avakirina yekîtiyê yên bitecrûbe hene. Wê ev kom li bajarên heremê û li bajarên Tirkiyeyê sazî û dezgehan hem beşdarî civînê bûne û hem jî kes û saziyên beşdarî civînê nebûne ziyaret bike û hevdîtinan li dar bixe.
ÊRÎŞA LI DIJÎ GORISTANAN HAT ŞERMEZARKIRIN
Beşdarên civînê bertekên xwe yên li dijî êrîşa Goristana Xerzan û gorên zarokên kurdan jî anîn ziman. Di niqaşan de hat xwestin ku her kes li dijî êrîşên bi vî rengî helwestek tund nîşan bide.
MA / Bîlal Guldem