MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî, diyar kir ku di sala 2017'an de binpêkirina mafên mirovan ji sedî 300 zêde bû û 360 hezar mirov di bin kontrola edlî de ne. Tanriverdî anî ziman ku li Tirkiye OHAL bû halê rejîmê.
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê piştî OHAL di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hat îlankirin binpêkirinên mafan û serlêdanên ku li şaxe hatin kirin kir rapor. Li gorî rapora ÎHD'ê di sala 2017'an de 592 kes ji ber li derve, 85 kes ji ber li girtîgehê û 18 kes jî ji ber rastî îşkenceyê hatin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dan. Dîsa 18 jinên rastî tundiyê hatin, 9 penaberên mafên wan hatin binpêkirin serî li Şaxê dan. Di raporê de hat diyar kirin ku di sala 2016'an de 397 kesan serî li wan da û di sala 2017'an de jî hezar û 33 kesan searî li wan dan.
Têkildari binpêkirina mafên mirovan Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdi, diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan a 2017'an li gorî sala par pir zêde bûye û wiha got: "Zagonên ku AKP derdixe mirovan dixe nava fikaran. Serdema niha dişibe serdema 12'ê Îlonê. Berdewamkirina rejima OHAL'ê tê wateya hemû mafên azadiya mafên mirovan ji destê wan tê girtin. Bi taybetî li dijî parazvanên mafên mirovan ên ÎHD'ê tundiyek zêde heye. Xebatên ÎHD'ê tê astengkirin.
'MAFÊN MIROVAN JI SEDÎ 300 ZÊDE BÛ'
Tanriverdî, anî ziman ku li Mêrsînê binpêkirina mafan gelek zêde bûye û wiha got: "Maf tên binpêkirin, tên binçavkirin û girtin. Di serdêdanan de xuya dibe ku binpêkirina mafan gelek zêde ye. Îşkence û binpêkirina mafan ji sedî 300 zêde bûye. Girtîgeh kirine wekî kampusê. Herî zêde ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê serlêdan tên kirin. Girtîgeh îro kirine kampa dîlgirtan. Bi taybetî pêkaninên li ser girtiyan pir dilêş e. Ji her deverên Tirkiye serlêdan hene. Yek ji serlêdanên herî zêde ji Girtîgeha Tarsusê ye. Mêrsîn cihekî pîlot e. Cihê ku herî zede binpêkirinên mafên mirovan lê zêde dibin. Ji bo dewletê Mêrsînê cihekî taybet e.
OHAL KIRIN REJÎM
Tanriverdî, anî ziman ku pergala OHAL’ê kirine rejîm û wiha berdewam kir: "Ewil OHAL kirin rêxistin. Piştre bi OHAL'ê hemû mafê heyî ji destê mirovan girtin. OHAL li hemû qadên civakê belav kirin. Îktîdar bi OHAL'ê hebûna xwe diparêze."
‘360 HEZAR MIROV DI KONTROLA EDLÎ DE Û DI BIN GEFAN DE NE'
Tanriverdî, anî ziman ku daraz bûye amûra zextê û îro 360 hezar mirov di bin kontrola edlî dene û bi vê yekê di bin gefan de dijîn. Tanriverdî, anî ziman ku bi vê yekê dixwaze hemû kesên muxalif bêdeng bike û AKP êdî hilbijartina xwe jî bi zextan pêk tîne."