COLEMÊRG - Gelê Geverê bertek nîşanî gotinên Serokomar Erdogan ên wekî "Me Gever ji nûve rakir ser piyan" dan û diyar kir ku tu agahiya Erdogan ji Geverê tune ye. Geveriyan, anîn ziman ku Erdogan bêyî ku di Geverê re derbas bibe li ser Geverê şiroveyan dike.
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 23'yê Kanûnê de beşdarî 6’emîn Kongreya Asayî ya AKP’a Colemêrgê bû wiha got: "Gevar ji aliyê rêxistina terorê ve hatiye xerabikirin, lê me rakir ser piyan." Erdoganê di 26'ê Gulan 2015'ande hatibû Geverê, tu haya wî ji navçeyê tûne ye. Rewşa ku li navçeyê niha berdewam dike gotinên Erdogan vala derdixe. Di 13'ê Adara 2016'an de li naveçyê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, Kolana Cengîz Topel a ku tu xendek lê tûnebû jî di serî de bi hezaran mal û cihê kar hatin şawitandin. Hêj şopên talan û rûxandinê li taxê tên dîtin. Malên ku di dema qedexeya derketina derve de bi destê tîmên teybet hatin şawitandin, niha li cihê xwe di rewşeke talankirî de ne.
DEWLETÊ SEWALKARÎ Û BAZIRGANÎ QEDAND
Hêzên dewletê li taxên Orman, Cumhuriyet û Gongurê, bi sedan mal rûxandin, niha jî destûrê nadin ku welatiyên kurd avahiyên xwe çêkin û taxên wan di nav heriyê de ye. Li herî derî noqteyên kontrol ên polîsan danîne, carna bi saetan ji ber kontrola nasnameyê welatiyan didin rawestandin. Navçeya ku derdora wê bi noqteyên polîsan hatiye dorpêçkirin, ji Yenîkopruyê heta navendê ev dorpêç dewam dike. Avahiyên TOKÎ'yê yên li taxa Esenyurtê tên çêkirin, diviya bû isal biqediyaqna, lê ne qediyan û îdia kirin ku ew ê di sala 2018'an de biqedînin. Li navçeyê ji ber Deriyê Esendere yê Sînorê Îranê bi salane girtî ye, bazirganî jî qediyaye. Çay, şekir û cixareyên ku tê navçeyê bi hinceta qaçax e polîs desteser dike. Her wiha ji ber qedexeya li zozanan du salan zêdetir e dewam dike û sewalkarî jî li ber qedandinê ye.
SEROKOMAR TINAZÊ XWE BI ME DIKE
Gelê Geverê di êrîşên du salan de êşên gelek mezin kişandin û hovîtiya dewletê dîtin. Li gel gel van êrîşan, rayedarên dewletê tên herêmê û dixwazin bi derewan li ser van rûxandin û êşan bigirin. Herî dawî Serokê Giştî yê AKP û Serokomar Tayyîp Erdogan hat serdana Geverê û îdia kir ku wan Gever rakiriye ser piyan. Welatiyên navçeyê bertek dan nîşan. Yek ji wan welatiyan jî Îsmaîl Baykal e. Baykal anî ziman li gel hemû rûxandinan, şaredariya wan jî bi rêya qeyûm xesp kirine û wiha axivî: "Bajarê me di nava heriyê de hiştine, di ser de behsa avakirinê dikin. Hîzmetên ku me ji hilbijêrên xwe didît, hemû asten kirin. Yên destûrê nadin ku bazirganî û pêşketin li herêmê çêbe, niha ji mere qala avakirina Geverê dikin. Yên bajarê me xera kirin, niha wek ku tinaz xwe bi me bikin, divêjin me Gever rakiriye ser piyan. Niha Gever di nav deyn û herî yê de winda bûye. Çi li ser piya maye?"
SEROKOMARÊ DU SAL E NEHATİYE GEVERÊ ÇI DIBÊJE?
Sedat Demîr jî nerazîbûn nîşanî gotinên Serokomar Erdogan da û wiha axivî: "Bila Serokomar were li taxan tûrekê bavêje, bila bibîne ka bi rastî jî bajar rakiriye ser piyan an rûxandiye. Biştî dît bila ji kerema xwe re biaxive. Navçe di dema qedexeya derketina derve de bi piranî hat hilweşandin. Taxa Cumhuriyetê taxa herî mezin a navçeyê ye, niha tu tişt lê nemaye. Serokomar çi dibêje, 'Divê me Gever rakiriye ser piyan.' Serokomarê ku 2 sal e nehatiye navçeyê, ji bo çi vê wiha diaxive, divê mîrov li vê helwestê binhêre."