AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr de bi îdiaya heqaret li Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan û Qeyûmê Amedê Cumali Atilla kiriye fezleke amade kir.
Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr de, bi îdîaya heqaret li Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla kiriye fezleke amade kir. Dozger bi îdîaya Pîr beriya referaenduma 16'ê Nîsanê di 2'ê Nîsana 2017’an de li buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Navçeya Navendî Yenîşehîra Amedê heqaret li Serokê AKP'ê Erdogan û Şaredarê Amedê Cumali Atilla kiriye fezleke amade kir.
Ger ku destnedayîna Pîr bê rakirin û doz li wî bê vekirin dê bi sucdariya "Heqaret li Serokomar kiriye" ji salekê heta 4 salan û bi îdîaya "Qeqaret li personelê cemaweriyê kiriye" ji 6 mehan heta 2 salan cezayê hepsê bê xwestin.