EDENE - Du zarokên ku dema ji bo lêpirsîna edlî birin qereqolê û polîsan li salona edliyê li wan xistin, hêj rayedarên dewletê der barê şideta li dijî zarokan de bêdeng in. Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik da zanîn ku şideta li dijî zarokan di warê ruhî û fîzîkî de wan têk dibe.
Welatiyek li Edliyeya Edeneyê bi telefonê şideta polîsan a li dijî zarokan qeyd kir. Di dîmenan de tê dîtin ku polîsek bi şimaqan li zarokan dixe. Der barê şideta polîs de, heta niha Dozgerê Edeneyê û jî walî der barê polîs de lêpirsîn nedaye destpêkirin. Pispora Xizmetên Civakî û Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tunduristiyê (SES) Belgîn Işik, da zanîn ku li Tirkiyeyê her zarok mexdûrê şidetê ye.
‘ŞIDETA LI DIJÎ ZAROKAN LI HER DERÎ YE’
Işik bal kişand ser xebatên Lêkolîna Şideta Li Dijî Zarokan (UNVAC) a Neteweyê Yekbûyî (NY) û ev tişt got: "Tê gotin ku heke hêza fîzîkî û serdestî, di çarçoveya gefan de bi fîlî pêk bê, birîndarî, mirin, zerara derûnî, xirabûna pêşketinê an jî encamên xizaniyê bi xwe re tîne. Li Tirkiyeyê herî zêde zarok di nava malbatê de şidetê dibînin. Li gel vê li dibistan, sazî û avahiyan de, girtîgeh, qadên xebatê, bûyerên civakî û qada sanalî de bi şideta derûnî û fîzîkî re rû bi rû dimînin."
'BÊ EDALETÎ ŞIDETÊ ZÊDE DIKE’
Işik destnîşan kir ku şideta li dijî zarokan divê tiştên di civakê de diqewimin cuda neyên dest girtin û wiha pê de çû: "Dema di civakekî de nelêrêtî, bêedaletî zêde bû, di wê civakê de şidet zêde bibe, divê ka mirov nexweşin an na neyê nihêrin, divê li jiyana civakî û aborî bê mêzekirin. Di serdemên kaotîk de, bi gengeşiya jiyanê re di civakê de jî şidet zêde dibe. Heke pergala edaletê li gorî pêwistiyan neyê meşandin, mirov şidetê wekî rêbaza çareseriyê dibîne û di vî warî de hejmar zêde dibe. Sedema derketina şidetê ya li holê, sedemên xwe yên çandê ne. Wekî çand jî di vê civakê de şidet gelekî zêde ye. Dema ew zarok jî bên wî temenî ew ê jî şidetê bi peş bixin."
‘TEXRÎBAT PIŞTÎ SALAN DERTÊ HOLÊ’
Işik anî ziman ku şidet di dema kin û dirêj de di warê fîzîkî û ruhî de zarokan têk dibe, encamên vê jî di salên pêş de xwe didin der û wiha axivî: "Kesên di salên borî de bi şidetê re rû bi rû mabe, dema mezin dibe wekî kesayetek şidetê bi pêş dixe dertê pêşiya me. Divê li dijî şidetê têkoşîn bê dayîn û tevdîr bên girtin û di her warî de fehabîlîtasyon bên bi pêş xistin."