NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê nûçegihanê ANHA'yê Rizgar Adanmiş yê bi karwanek mezin ji Qamişlo anîn Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), bi merasîmek heybet defin kirin.
Cenazeyê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Rizgar Adanmiş (Denîz) ji Qamişloyê di Deriyê Sêmalkan re derbasî Mexmurê kirin. Cenaze bi karwana ji sedan wesayitan pêk dihat, anîn Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) merasîmek bi heybet ji bo pêşwazîkirina Rizgar hate lidarxistin. Gel di merasimê de bê navber dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” “Ey şehîd Xwîna te li erde namîne”qîr kirin. Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna nûçegihan Rizgar Adanmiş Rizgar hate nîşandan.
DAXUYANIYA YRD'Ê
Di merasîmê de li ser navê Yekîtiya Ragihandin Demokratîk (YRD) peyemek hate xwedin û wiha hat gotin: “Hevalên me Rizgar Adanmiş, Dilîşan û Hogir ên dema pêngava Bagera Cizîrê dişopandin şehîd bûn, jî bûn şopdarên rastî û ronahiyê. Weke Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Mustafa Mihemed, Xerîb Welat, Mazlûm Bagok, Agirî Banê, Fîraz Dag, Vedat Huseyîn Elî û hemû hevreyên me yên din, Rizgar, Dilîşan û Hogir jî şopên mezin yê berxwedanê li dîroka ragihandina Kurdistanê zêde kirin.” YRD’ê bal kişandina ser ked û têkoşîna Rizgar û wiha got: “Rêheval Rizgar ku bi Rêheval Denîz Firat re dest bi karê ragihandinê kir, dema ku êrîşa DAIŞ’ê destpêkir, ji bo ku heqîqetê nîşan bide bi Denîz Firat re di cepheya herî pêş de cihê xwe girt. Weke zarokekî gelê bindest, ji bo ji nêzîk ve şoreşa gel a li Rojava pêş dikeve bibîne, jiyan bike, bişopîne û bi hemû gelên dinyayê re parve bike, di sala 2014'an de derbasî Rojava bû. Rêheval Rizgar di sala 2016’an de berê xwe da Êzîdxanê da ku êş, xemgînî, berxwedan û rêxistinbûna gelê xwe yê Êzdî ji cîhanê re ragihîne. Di dema qetlîama Xanesorê de bi Rêhevala xwe ya Nûjiyan Erhan re ku ew jî li wir bû û di vê armancê de bedêl da, mil bi mil kar dike û êş û azara gelê Êzîdî û hemû heqîqetê bi dinyayê didin naskirin. Piştî Şengalê Rêheval Rizgar Adanmiş careke din berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê, weke nûçegihanê şer ê dilxwaz, her dem di eniya herî pêş de cihê xwe girt û bû lêgerînvanekî rasteqîn ê heqîqetê.”
YRD’ê sersaxî ji malbata Adanmiş re xwest û soza şopandina kedkarên çapemeniya azad dan.Di merasîmê de endamê çapemeniya azad Seyîd Evren jî axivî. Evran sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: “Hevalê Rizgar bû temsîla çapemeniya azad û rêya heqîqetê şopand. Emê heta dawiyê şopdarê rêya wan bin û keda wan li erdê nahêlin û emê pênûs û kamereyawan hildin.”
'HETA AZADIYÊ EM DÊ LI SER XETA WAN BIN'
Hevserokê Rêveberiya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Huseyîn Kara jî axivî, sersaxî ji malbat, hemû gelê Kurd û çapemeniya azad re xwest û got: “Rizgar lawekî yê vê wargehê ye. Di asta herî jorde temsîla berxwedan û têkoşîna vê wargehê kir. Em bi şehîdên xwe weke wargeh serbilind in û heta em bigihêjin azadiyê em ê li ser xeta şehîdan bin û şopdarê rêya wan bin. Weke wargeh me li çar parçeyên Kurdistanê şehîd û qehreman dane. Bila dewleta Tirk û hevalbendên wî baş bizanibin ku wê têk biçe. Serkeftin û rûmet ya gelê Kurd ê qehreman in.”
Dayika Şehîd Rizgar Meryem jî axivî û got: “Hemû gelê wargehê hûn xêr hatin û serê Serokatî û hemû gele welatparêz sax be. Rizgar rêya azadiyê hilbijart û em soz didin heta dawiyê emê pênûs û kamereya wî li erdê nehêlin. Sersaxiyê di serî ji Rêbertî û hemû hogir û hevalê wî û gele Kurd re dixwazim.”
Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî peyamek hate dayîn û sersaxî ji malbat û hemû gelê Kurd de hate xwestin û soza şopandina rêya berxwedêran hate dayîn.
Xwişka nûçegihan Rizgar Adanmiş, Hewlêr jî axivî û got: “Hûn xêr hatin, serê gelê Kurd sax be, şehîd Rizgar ne birayê min birayê we tevane. Heta dawiyê emê şopdarê rêça şehîdên xwe bin.”
Piştre gel ber bi goristana wargehê ve meşiyan û cenazeyê nûçegihan Rizgar Adanmiş piştî spartin axê, gel bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ berê xwe dane cihê konê taziyê.