AMED – Li Amedê civîna “Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” a bi beşdariya zêdetirî sed kesan pêk hat bi dawî bû. Di encama civînê de Koma Xebatê ya ji 20 kesan pêk tê ku yekîtiya netewî bide meşandin ava kirin.
Li Amedê di çarçoveya nîqaşên yekîtiya neteweyî ya kurd de bi beşdariya ji sed kesî zêdetir civîna “Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” li Otêla Demîr a li navçeya Sûrê hat lidarxistin. Di civînê de siyasetmedar, jin, nivîskar, hiqûqnas, mele, rûspiyên kurd, parêzvanê mafê mirovan, lêkolîner, hunermend, bijîşk, dayikên aştiyê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl amade bûn. Tevahiya rojê li ser yekîtiya neteweyî ya kurd nîqaş hatin kirin û pêşniyarî hatin kirin. Di civîna nîqaşên xurt hatin kirin de komek zêdetirî 20 kesan a ku dê xebata yekîtiya neteweyî ya kurd bi rêve bibe hat hilbijartin. Civîn bi çepikan bi dawî bû û hemû beşdarvanan bi komî wêne kişand.
‘KOMA XEBATA YEKÎTIYÊ HAT AVAKIRIN'
Ji endamê dîwana civînê Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr encama civînê ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand û wiha got: “Çareseriya pirsgirêka kurd, yekîtiya gelê kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn bi berfirehî û kite kit hatin axaftin û nîqaşkirin. Di encamê de derket holê ku yekîtiye neteweyî ya kurd ji bo hemû gelê kurd teqez û pêdivî ye. Her kes di vê mijarê de hemfikirî derket. Ji bo xebatên yekîtiya neteweyî derengî nekevin çi wezîfe dikeve ser milê kî bêhempa divê bîne cih. Ev yek hat erêkirin. Ji aliyê hemû beşdarvanan ve hat gotin ku yekîtî berpirsyariyek siyasî, ehlaqî û wîjdanî ye. Di encamê de ji bo xebata yekîtiyê bê meşandin ji 20 kesan zêdetir komek xebata yekîtiyê bi rêve bibe hat avakirin. Dê ev kom di demên pêşiya me de bê gel hev. Ev kom hemû beşdarvan û yên beşdar nebûne ziyaret bike. Wê hemû partiyên siyasî û nûneran ziyaret bike. Ev koma me ava kir, ji bo avakirina yekîtiya neteweyî dê di nav xebatek çalak de be.”