AGIRÎ - Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Abdullah Kaya ji ber cezayê wî hat erêkirin hat girtin.
Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Abdullah Kaya di 18'ê Çile de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û di 11'ê Gulanê de serbest hatibû berdan. Abdullah Kaya piştî cezayê der barê wî de hat erêkirin îro hat binçavkirin û girtin. Piştî 4 sal û 2 meh cezayê lê hatibû birîn hat erêkirin Kaya li Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê ku lê dihat dermankirin binçav kirin û girtin. Kaya, piştî ji Giyadînê birin Navenda Agiriyê nehat zanîn ku birin kijan girtigehê.