BEDLÎS - Piştî li Goristana Xerzanê 267 cenaze hatin revandin, li ser serlêdana malbatan ÎHD ket tevgerê. Heyetek ji ÎHD'ê çû goristanê û rapora ku bê amadekirin dê bi raya giştî re parve bike.
Hêzên dewletê li gundê Oleka Jorîn a Tetwana Bedlîsê operasyon dest pê kirin û Goristana Xerzanê bi tevahî rûxandin. Hêzên dewletê bi kepçeyan ketin goristanê, yek bi yek gor vekirin û 267 cenazeyên gerîlayên PKK'ê ji goran derxistin û şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.
HEYETA ÎHD'Ê KET TEVGERÊ
Li ser vê hovîtiya hêzên dewletê malbat ketin tevgerê û serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan. Serlêdana yekemîn bavê Dîlan Bîngol a cenazeyê wê ji Goristana Xerzanê hat derxistin, Lezgîn Bîngol kir. Serokê ÎHD'a Bedlîsê Osman Fatîh Şanli, da zanîn ku serlêdana ewil îro girtine. Şanli, diyar kir ku malbatan bi rêya telefonê li wan geriya ne, di çarçoveya serlêdanê de çûne goristanê û lêkolîn pêk anîne.
‘EM Ê RAPORÊ AMADE BIKIN’
Şanli destnîşan kir ku piştî serlêdanê ew çûne Goristana Xerzanê û wiha got: "Me ev bûyer cara ewil di çapemeniyê de dît. Bi bihîstina bûyerê re malbatan serî li saziya me da. Bêguman dema em tiştên qewimîne mêze dikin, ev bêhurmetî ye. Malbat travmaya duyemîn derbas dikin. Heke dewletê ev di çarçoveya lêpirsînekê de jî kiribe, rêbaza ku serî lê bidin diyar e. Malbatên ku ruxset û tespîtên wan heyî hene. Lê beyî ku agahiyê bidin malbatan, derxistine birine. Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan jî serî lê da. Piştî serlêdanê em demil dest ketin tevgerê. Em ê der barê mijarê de raporekî amade bikin û di demeke kin de bi raya giştî re parve biin."
'DIVÊ AGAHIYÊ BIDIN MALBATAN’
Şanli derbirî ku divê dewlet demildest agahî bide malbatan û wiha pê de çû: "Li gorî agahiyên ku me girtine, cenaze li ATK'a Stenbolê ne û biryara veşarî danîne ser dosyayê. Me dest bi amadekariya raporê kir, em ê di demek kin de parve bikin. Bila malbat jî serî li ÎHD'ê bidin."