STENBOL - Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku pêkanîna ‘Kincên yek tîp’ li dijî karneya bêgunehî û rêgeza weheviyê ye û wiha got: “Ev pêkanîn darizandina hiqûqî ya înfaza faşîst e.”
Pisporê qanûna cezayê Parêzer Ercan Kanar, pêkanîna “Kincên yek tîp” a îro di çarçoveyê îlonkirina OHAL’ê bi biryara KHK’ê hat derxistin nirxand. Kanar erê kirina pêkanîna kincên yek tîp wekî darizandina hiqûqa înfazê ya faşîsmê nirxand û wiha axivî: “Li Guantanamo ya ABD’ê ev yek pêk anîn û hîn jî ev pêkanîn didome. Li Kazakîstanê niha pêk tînin. Ji derveyî vê, li hin eyaletên ABD û Çînê pêk tîn in. Bi vê rûmeta kesan binpê dixin û ew kes li hemberî xwe bê bawer dibe. Bi vê armancê ev pêkanîn erê kirin.”
'LI DIJÎ KARNEYA BÊGUNEHE'
Kanar, da zanîn ku ev pêkanîn ji bo kesên ne girtî jî gefek mezine û wiha bilêv kir: “Ev pêkanîn kesên dervede jî dixe nava fikaran. Lê divê di çarçoveya bi awayekê adilane bê darizandin, baş bê nirxandin. Ev li dijî darizandinek rast û duriste. Ji ber ku kincên yek tîp, dibe sedem ku kesên bidarizînin jî dibe pêşdîtineke ku kes wekî sûcdar bê dîtin. Bi vê pêkanînê dê mafê darizandina rast bi her awayî bê îhlalkirin.”
'DI SERÎ DE SÛCDAR ÎLAN DIKE'
Kanar, dest nîşan kir ku gava şahidek hat guhdarkirin, kesê dinava kincên yek tîp de dema bibîne, dê raste rast wî sûcdar bibine. Divê parastin û îdîaneme di şertên wekhev de bên amade kirinn. Di vî alî de jî pêkanînek dijbere.”
'DESTHILATDAR ŞOPDARÊ FAŞÎZMÊ YE’
Kanar di dawiya axaftina xwe wiha got: “Pêkanîna kincin yek tîp, pêkanînek şer û dijminahiye, bandora xwe li hiqûqa înfazê de dike. Desthilatdariya niha, weke ku di serdema Hîtler de jî ket rojevê, dide nîşandan ku şopdarê faşîzmê ye. Bi awayekê vekirî ev derket holê.”