ÊLIH - Umut ê 4 salî ku polîsan li navçeya Hezexê bi maşînê birîndar kir û niha li Nexweşxaneya Êlihê 8 rojin tê dermankirin, hêj nehatiye ser hişê xwe.
Polisan di 17'ê Kanûnê de li taxa jêrîn a Hezexê ya Şirnexê bi wesaya sivîl li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û ew bi giranî birîndar kir. Umut ji Hezexê sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê hat kirin û li vir tê dermankirin. Umut hêj di koma de tê girtin û nehatiye hişyarkirin. Malbatê Umut der barê wî de agahî da û destnîşan kir ku Umut ji serê xwe bi giran birîndar bûye û hej razandî ye. Malbatê der barê rewşa Umut de diyar kir duh ji bo demekê hat hişyarkirin û piştre disa dan razandin. Dayika Umut, anî ziman ku bijîşkan diyar kiriye ku rewa Umut hêdî hêdî ber bi başiyê ve diçe û ji ber talûke hêj ji ser xwe neavêtiye hêj ew hişyar nekirine. Dayika Umut, da zanîn ku bijîşkan diyar kiriye ku divê demek din jî bê razandin û heta kengî wî têxin hew ne diyar e. Malbatê anî ziman ku îro dîsa çûn ziyareta wi û ji bo demekê çavê xwe vekir lê nekarîbu bi axivîya û disa ew xistin xew. Em li benda agahiyek baş in.
Malbat li nexweşxaneyê dipên ku demek berî demekê kurê wan baş bibe û ji nexweşxaneyê derkeve.