ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" 411 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, di êrîşa polîsan de 5 çalakvan hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji bo vegerin karê xwe dane destpêkirin, 291 roj e dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" ji bo her du hîndekaran hatiye destpekirin 411 roj e dewam dike. Ruxmê astengiyên polîsan jî çalakî dewam kir.
Çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan çalakiyê pêk bînin, polîsan êrîşê wan kir û 5 kes binçav kirin. Çalakvanên li maşîneya binçavkirinê sîwar kirin, çalakvanan li deriyê maşînê xist û çalakiya xwe dewam kirin.