STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, biryara kadrobûna karkerên taşeron a bi KHK'ya nû xistin meriyetê rexne kir. Beko, anî ziman ku li dijî zagonan kadrobûna karkerên taşeron xistin meriyetê. Sedema biryara bi KHK'ê jî ji bo neyê niqaşkirin.
Hikûmeta AKP/MHP'ê, di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL)'ê de ye, 2 KHK'ên din îlan kir û di rojnameya fermî de hat weşandin. AKP'ê bi KHK'yên nû yên hêjmar 695 û 696'an 2 hezar û 76 kes îxrac kirin. Bi KHK'ê zagona karkerên taşeron jî erê kirin û xistin meriyetê. Bi van guhertinan êdî karkerên taşeron dê bibin kadro. Herî zêde leşker û mamoste hatin îxrackirin. Li gorî KHK'ê di nava 2 hezar kesan de 360 leşker û 392 endamên perwerdehiyê hatin îxrackirin. Bi KHK'ya nû êdî karkerên taşeron dê karibin bibin kadro. Li gorî vê yekê ji bo karkerên taşeron bibin kadroyên her dem divê piştî 4'ê Kanûna 2017'an dest bi kar kiribin. Kesekî 10 roj berê dest bi kar kiribe dê karibe ji mafê kadrotuyê sûdê bigire. Personelê demborî ku di saziyên ceaweriyê de xebitî be jî dê di nava 90 rojan de wan bigirin kar.
Têkildarî biryara kadrobûna karkerên taşeronan a bi KHK'ê Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko, bertek nişan da. Beko, ev biryar wekî ku malê ji xwediyê wê revandibin pênase kir û wiha got: "Qet nebe diviya bû nerînên partiyên komên wan di meclîsê de hene bê girtin. Diviya bû nerîn û pêşniyarên wan bihatina nirxandin. Lê li dijî Qanûna bingehîn kirin biryar. Tê gotin ku dê di nava 90 rojan de kardo bidin karkerên taşeron. Bi qasî em dizanin dê kadro nede hemû karkerên taşeron. Xebatarên şaredariyê dê ji vê yekê cuda bên girtin. Sedema ku bi KHK'ê biryar hat dayîn dixwazin rê li pêş niqaş û bertekan bigirin. Li gorî xwe plan bikin û destûr nedin ku kes bertek nîşanî vê yekê bide.
Beko anî ziman ku wekî DÎSK'ê li dijî hemû KHK yên hatin weşandin bertekên xwe anîn ziman u xwest hemu bên betalkirin û wiha got: "Dê kadro bidin hin karkeran û kadro nedin hin karkeran. Lev li dijî wekheviyê ye. Divê bê cudakarî, bê sedem û bê çima kadro bidin hemu karkeran. Em dê sibê saet di 13.00'an de li Navneda DÎSK'ê ya Beşiktaşê têkildarî vê micarê civîna çapemeniyê pêk bînin. "